Yekitiya Jinên Êzidî: Divê têkildarî kiryarên li dijî jinan ên li Efrînê lêpirsîneke navneteweyî vebe

Yekitiya Jinên Êzidî der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên revandina jinên efrînî, xistina girtîgehan û pêkanîna îşkenceyan li dijî wan, daxuyaniyek da.
Endamên Yekitiya Jinên Êzidî li pêş navenda xwe ya li navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn ku beşdar daxuyaniyê bibin. Daxuyanî bi erebî û kurdî ji hêla endamên yekitiyê Orîvan Menan û Meryem Cindo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Piştî du sal di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagiker û milîsên wê re derbas bû, hê jî çeteyên girêdayî Tirkiyê hovanetirîn sûcên li dijî sivîl, mal û cihê pîroz pêk tînin.
Tevahî peyman û mîsaqên navneteweyî û nirxên exlaqî bin pê dikin, qirkirinên rastîn û kiryarên sûcê ji koçberkirin, revandin, kuştin, darvekirin û şewitandina malan, pêk tînin. Ji wê zêdetir jî li dijî jinan kiryar û destdirêjiyên derexlaqî ku şermeke li eniya mirovahiyê pêk tînin, jê jî li dijî 8 jinên Kurd ku li gel Firqet Hemzat a girêdayî dewleta Tirk e, kiryarên dermirovî û derexlaqî pêk tînin.
Em Yekitiya Jinên Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi gotinên tund van kiriyaran şermezar dikin û berpirsiyarî hildigerin li ser dewleta Tirk û Rûsyayê. Di heman demê de bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan ên li cîhanê, tevahî rêxistinên NY’yê, Rûsya û DYA’yê dikin ku bi berpirsyarên xwe rabin û xebata ji bo kiryarên li Efrînê dibin, pêk bînin.”