Arşîv

Jinên Şedadê: Sûcên çeteyan nefreta wan ji gelên herêmê re rave dikin

Di vê dawiyê de sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê li dijî şêniyên Efrînê ji revandina jinan, qetilkirina kesên temenmezin û zarokan bi armanca ku şêniyan bidin koçberkirin, zêde bûn.

Endamên Kongreya Star a navçeya Şedadê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê û qetilkirina kesên temenmezin û zarokan şermezar kirin.

Endama Kongreya Star Reşe El-Xelîf tundiya hovane li dijî jinan di girtîgehên çeteyên girêdayî arêtşa Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kir û wek sûcek li dijî mirovahiyê hesiband.

Reşe wiha domand: “Ev sûc ne tenê li dijî jinan li Efrînê ne, lê belê sûcek li dijî tevahiya jinan li cîhanê ye. Çeteyan ne tenê pêkhateyek kirin hedef lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê. Ev jî nefreta wan ji şêniyên herêmê re bi giştî xuya dike.”

Endama rêveber a Kongreya Star Emîre El-Said destnîşan kir ku ew piştgiriya jinan li Efrînê û şêniyên wan dikin heya çeteyê dawî jê tê derxistin.

Emîre bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku piştî eşkerebûna sûcên çeteyan li dijî jinan bi rêbazên ku asta pîvan û qanûnên navdewletî derbas dikin, bilivin û wan sûcan rawestînin. Her wiha sûcdaran dadgeh bikin.

Emîre bal kişand ser ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavên cîhanê li herêmên dagikirî, bi armanca ku şêniyên wê yên resen bidin koçberkirin û malbatên çeteyên li şûna wan bi cih bikin, sûcên xwe dubare dubare pêk tînin.

Çeteyên koma El-Hemzat a girêdayî dagirkera Tirk beriya çend rojan di dîmenekê dema bi komek din re bi hev ketibûn, komek jinên girtî di girtîgehan wan de xuya bûn.

Back to top button