Arşîv

Wê faşizm nikare deng û vîna kesên ku dibêjin ‘berxedan jiyane’ bişkîne.

Li Tirkiye duh li pêşçavên tevahi gelên Tirkiye û cihanê kiryareki li dij demokrasî ya giring rûda. APK ya faşist u zextkar lî hemberî siyasetmedarên Kurd yên hêja Leyla Güven, Musa Farisoğulları û parlemene CHP ê Enis Berberlioğu de biryareki susret da. Rejîma faşist bi vê biryara xwe ya dijî demokrasi re carekî din rûyê xwe yê dijminahiya demokrasi û mafan nîşanda. Pişt rast kir ku ev rejim heya tu dibêjî dijminê gelan, jinan û nirxên azadi u wekheviyê ye. AKP li hemberî hebûna azadiya gelê Kurd û tekoşîna jinan siyaseta xwe ya êrişkar her fersendê nîşan dide. Lewra AKP tekperest, serwer, zalim u dijminê tevahi hêzên civakî ne. Herî zêde ji dijminê jinêye. Ji bo wê iro êrişên AKPê yen ku li hember jina tekoşîn tên meşandin ti sînoran nasnake. AKP bi rêbazê xwe yê faşist re mafê parlementerî ji birêz Leyla Güven û her du vekilên din girtin. Ev hewildanên êrîşkar li hemberi siyasetmendarên jin û tekoşîna gelê kurd tên wateya operasyonên komkûjiya siyasi. Bi vê dixwazin hemû dînamîkên muhalefetê li Tirkiyê ji holê rakin. AKP bi hezaran mirov girtin, işkenceyen re derbazkirin û êdi qirkirinên siyasi û çandi li Tirkiye bûne rewşên asayi. Bi van pêkaninan re dixwazin vîna civakê dîl bigrin.

Bêguman di vê pêvajoyê de kesên ku li hemberî vê siyaseta qirker û dijminê jinê re
bi wêreki berxwedidin û muxalefeta civakî birêxistin dikin li ser wan gelek tundî û zext zêdebun. Ev êriş li hember vina civakê ya hilbijartiye. Navê vê pêkhatinê darbeye. Bi vê AKP dixwaze politikayên xwe yên faşist, tekparêz, zayendparêz u nijadparêz mayinde bike. Ev hewildan heman demê de hemberi muhalefeta civakî tê wateya şer. Birêz Leyla Güven li diji tarîtiya Faşizma AKPê pêleki berxwedanê ya pir bi heybet dabû meşandin.

Em baş dizanin îro ev biryara ku AKP ê girt li himberî vîna jina tekoşer biryara tolhildanê ye. Ev êriş ne iro, ji roja ku AKP bûye desthilatdar heya iro dimeşîne. Bi tayinkirina kayuman, girtina hevserokên jin, qedexekirina saziyên jin û girtina pêşengên jin re xwestin jinan u tekoşîna jinan kiriminalîze bikin. Faşist Erdoğan u partiya wî baş dizanê heya ku tekoşîn û vîna jinan paşnekeve ew nikarin armancên xwe yen faşist pêkbînin. Sedêmên êrîşên zalimane yen faşist Erdoğan u AKP ê evin. Wek jin dizanin kû tenê bi rêya rexistinbûyînê em dikarin tundiya ser jinan, taciz, tecawiz, eşkenceye bi dawî bikin. Dema xwe da çewa birêz Leyla Güven a ku ji bo şikandina tecrîde 200 roji pêşengî di çalakiyên birçibûne de kir berxweda û bi tekoşina xwe re gav bi desthilatiyê şunde avetin îro jî wê jin û civak bi heman rihê tekoşînê re bersiv bide faşizma AKP- MHP Ê. Mîna rêzdar Leyla Güven jî got wê faşizm nikare deng û vîna kesên ku dibêjin ‘berxwedan jiyane’ bişkîne.

Em ji wek kongra Star van êrişên AKP- MHP yên qirker şermezardikin. Em jinên Rojava jî vê zilmê gelek baş nasdikin. Lewra kiryarên hovane yen ku li ser jinên Afirinê hatine meşandin heman siyasete. Em dibêjin ku ev biriyar li hemberî daxwazen gel û jinan yen birati-xwişkitî, wekhevi u azadiye inkar û tune hesibandina demokrasiyê ye.
Em bawerin wê vina jina tekoşer destûre nede rejima qirker ya AKP- MHP da ku zayendeparêzi û nijadparêziyê mayinde bike. Wê gelên Tirkiyê, tevgera jinan u hewirdorên demokrat bersivêk bi hêz bide nîşandan. Careki em vê kiryara rejîma faşist şermezardikin û di şexsê rêzdar Leyla Güven de piştgiriya xwe ji bo tekoşîna jinan nîşandidin.

Her biji vîna jina tekoşer!
Biji xeta azadi û hevgirtina gelan!

Back to top button