Arşîv

Kongreya Star: Dê faşîzm nekare vîna kesên dibêjin ‘Berxedan jiyan e’ bişikîne

Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hate gotin:

“Li Tirkiye duh li pêş çavên tevahî gelên Tirkiyê û cîhanê kiryarek li dijî demokrasîyê rû da. AKP ya faşîst u zextkar li hemberî siyasetmedarên Kurd ên hêja Leyla Guven û Musa Farisogullari û parlamenterê CHP ê Enîs Berberoglu de biryareke sosret da. Rejîma faşîst bi vê biryara xwe ya li dijî demokrasî re careke din rûyê xwe yê dijminahiya demokrasî û mafan nîşan da. Piştrast kir ku ev rejîm heya tu dibêjî dijminê gelan, jinan û nirxên azadî u wekheviyê ye. AKP li hemberî hebûna azadiya gelê Kurd û têkoşîna jinan siyaseta xwe ya êrişkar her fersendê nîşan dide. Lewra AKP tekperest, serwer, zalim û dijminê tevahî hêzên civakî ne. Herî zêde jî dijminê jinê ye. Ji bo wê îro êrişên AKP’ê yen ku li hember jina têkoşîn tên meşandin tu sînoran nas nake. AKP bi rêbazê xwe yê faşîst re mafê parlamenteriyê ji birêz Leyla Guven û her du wekîlên din girtin. Ev hewldanên êrişkar li hemberî siyasetmendarên jin û têkoşîna gelê Kurd tên wateya operasyonên komkujiya siyasî. Bi vê dixwazin hemû dînamîkên muxalefetê li Tirkiyê ji holê rakin. AKP’ê bi hezaran mirov girtin, îşkenceyen re derbas kirin û êdi qirkirinên siyasî û çandî li Tirkiye bûne rewşên asayî. Bi van pêkanînan re dixwazin vîna civakê dîl bigirin.

Bêguman di vê pêvajoyê de kesên ku li hemberî vê siyaseta qirker û dijminê jinê re bi wêrekî li ber xwe didin û muxalefeta civakî bi rêxistin dikin, li ser wan gelek tundî û zext zêde bûn. Ev êriş li hember vina civakê ya hilbijartiye. Navê vê pêkhatinê darbeye. Bi vê AKP dixwaze politikayên xwe yên faşîst, tekparêz, zayendparêz u nijadparêz mayinde bike. Ev hewildan heman demê de hemberi muhalefeta civakî tê wateya şer. Birêz Leyla Guven li diji tarîtiya Faşîzma AKPê pêleki berxwedanê ya pir bi heybet dabû meşandin.

Em baş dizanin îro ev biryara ku AKP’ê girtiye li hemberî vîna jina têkoşer biryara tolhildanê ye. Ev êriş ne îro, ji roja ku AKP bûye desthilatdar heya îro dimeşîne. Bi tayînkirina qayûman, girtina hevserokên jin, qedexekirina saziyên jin û girtina pêşengên jin re xwestin jinan û têkoşîna jinan biçewisînin. Faşîst Erdogan û partiya wî baş dizane heya ku têkoşîn û vîna jinan bi paş nekeve ew nikarin armancên xwe yên faşîstane pêk bînin. Sedêmên êrişên zalimane yên faşîst Erdogan û AKP ê ev in. Wek jin dizanin ku tenê bi rêya rexistinbûyînê em dikarin tundiya ser jinan, taciz, tecawiz, îşkenceyê bi dawî bikin. Dema ku çewa birêz Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîdê 200 rojî pêşengî di çalakiyên birçîbûnê de kir li ber xwe da û bi têkoşîna xwe re gav bi desthilatiyê şûnde avêtin, îro jî wê jin û civak bi heman rihê têkoşînê re bersiv bide faşîzma AKP-MHP’ê. Mîna rêzdar Leyla Guven jî got wê faşîzm nikare deng û vîna kesên ku dibêjin ‘berxwedan jiyane’ bişkîne.

Em jî wek Kongreya Star van êrişên AKP- MHP yên qirker şermezar dikin. Em jinên Rojava jî vê zilmê gelek baş nas dikin. Lewra kiryarên hovane yên ku li ser jinên Efrînê hatine meşandin heman siyaset in. Em dibêjin ku ev biryar li hemberî daxwazên gel û jinan yên biratî-xwişktî, wekhevî û azadiyê înkar û tunehesibandina demokrasiyê ye.

Em bawer in wê vîna jina têkoşer destûre nede rejîma qirker ya AKP- MHP da ku zayendeparêzî û nijadparêziyê mayînde bike. Wê gelên Tirkiyê, tevgera jinan u hewirdorên demokrat bersivêk bi hêz bide nîşandan. Carekî em vê kiryara rejîma faşîst şermezar dikin û di şexsê rêzdar Leyla Guven de piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinan nîşan didin.

Her bijî vîna jina têkoşer!

Bijî xeta azadî û hevgirtina gelan!”

Back to top button