Siyaset

Dewleta Tirk dijminê jinê ye

Zext û astengiyên hikûmeta AKP‘ê yên li dijî jinan û parêzvanên mafên wan li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê zêde dibin. Ji bilî van li dijî jinan her cûre tundî tê meşandin ku gihaştiye asta qetilkirinê. Li herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagirkirine her cûre binpêkirin tên meşandin.

‘DI NAVA SAL Û NÎVEKÊ DE LI DIJÎ ZÊDEYÎ 620 JIN SÛC HATE KIRIN’

Platforma KCDP ya ‘Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ raporeke derbarê tundiya ku di sala 2019‘ an li ser jinên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatiye meşandin belav kir. Li gorî raporê bi kêmanî 474 jin hatin qetilkirin, di nav de zêdeyî 52 jin li cihên giştî û zehmê hatin qetilkirin.

Ajansa Nûçeyan a Jinê “Jin News” li ser mijarê raporek weşand. Di raporê de tê gotin di sala 2020‘an de li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li dijî zêdeyî 146 jinan tundî hatiye kirin.

‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ MAFÊN HEZAR Û 564 JINAN HATE BINPÊKIRIN’

Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilat û Rojavayê Sûriyê yên ku ji aliyê artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin (Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) li dijî zêdetirî hezar û 564 jinan tundî hatiye meşandin, ji qetilkirin, revandin, destavêtin û tundiya bedenî.

Hikûmeta Tirk nerihetiya xwe ji rola siyasî ya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veneşart, delîlê vê yekê şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef e.

Li bajarê Efrînê ya dagirkirî di demên dawî de sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li jinan zêde bûn ku rastî bertekeke mezin a gel hat. Nemaze piştî ku dîmenê jinên di girtîgehên Firqet El-Hemzat a girêdayî Tirkiyê hate belav kir. Di dîmen de 5 jin tazî tevî pitikên wan di girtîgeha çeteyên Furqet El-Hemzat a li taxa Zêdiya ya bajarê Efrînê hatin dîtin.

Li gorî endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Semîra Îbrahîm, sûcên dagirkeran ên li dijî jinan roj bi roj zêde dibe.

Semîra diyar kir ku wan revandina zêdeyî hezar jinan, qetilkirina 30 jina ku 3 jê di mercên ne zelal de dawî li jiyana xwe anîn û destavêtina li dijî 65 jinan belge kir.

Piştî dagirkirina Tirkiyê ya bajarê Girê Spî û Serêkaniyê, Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina 10 jinan di mercên ne diyar de, birîndarkirina 52 jinan û revandin û destavêtina li 11 jinan belge kir.

‘BANGA PÊKANÎNA PEYMANÊN PARASTINA MAFÊN JINAN’

Gelekê jinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştevaniya peymana Stenbolê dikin ku peymaneke Konseya Ewropayê ye, banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malbatî dike. Ev peyman di 11‘ê Gulana 2011‘an li Stenbolê ji aliyê 45 dweletên Ewropayê ve hate îmzekirin.

Tevî ku piraniya dewletên Ewropî ev peyman îmze kirine lê li cîhanê tundî roj bi roj zêde dibe, bi taybet li Tirkiyê ya ku ev peyman wekî qanûna parasatina jin ji tundiyê pejirandiye.

Li gorî jinên li Tirkiyê dane xuyakirin jiyana rojane ne li gorî bendên peymanê ye û hikûmet peyama îmze kiriye bi cih neyîne.

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Bakurê Kurdistanê Ayşe Gokan dibêje, jin di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, xwe di nava rêxistin û saziyên jinan de bi rêxistin dike, di hemû qadan de li ber xwe dide û serkefinên mezin bi dest xistine.

Ayşe destnîşan kir ku serkeftinên ku jinan li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê qezenc kirine ne li gorî zihniyet û rejîma desthilatdar e, ji ber vê yekê êrişên li ser kesyaeta jin û tevgerên jinan ên ku banga mafên xwe didin zêde bûne. Her wiha got, “Pêşengtiya jina ji pêvajoya guhertin û pêşxistina civakê êrişên li ser wê zêde dike, lê li beramberî vê yekê îsrar jin a berxwedanê re zêde dibe.”

Têkildarî kiryarên hikûmeta Tirk ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdevka TJA‘yê got: “Li gelemperiya cîhanê di nav deTirkiyê qanûnên pêwîst ên parastina mafên jinan hene. Lê tu kes bi cih neanîne û xîbatên li dijî jinan di pişt guh re têne avêtin û sûcdar neayîn cezakirin.”

Ayşe bi bîr xist ku hikûmeta Tirk di salên 2015 û 2016‘an zêdeyî 19 bajarên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê wêran kirin, jin kuştin û bi benda wê lîstin. Di 22‘yê Gulana borî de êrişî Tevgera Jinên Azad û Tevgera Rosa kirin û çalakvanên wan girtin. Ayşe got: “Hikumeta Tirk zihniyeta xwe derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku dagirkirine naguhere û revandin, qetilirin û destavêtina li jinan didomîne.”

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Bakurê Kurdistanê Ayşe Gokan bang li rêxistinên mirovî yên cîhanî, Neteweyên Yekbûyî û dewletên ku peymanên parastina mafên jinan îmze kirine kir ku sûcên ku li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û hermên Sûriyê yên dagirkirî têne meşandin rawestînin.

Back to top button