Gotar û hevpeyvîn

Ayşe Acar Başaran: Jin dê bi yekitiyê hişmendiya desthilatdariyê tune bikin

Roj bi roj tundiya li dijî jinan li Tirkiyê zêde dibe. Bi taybet sûc û zextên ku hikumeta Tirk li welatê xwe û herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, pêk tîne.

Li gorî daneyên haletên qetilkirina jinan, tundiya derûnî û bedenî, haletên revandinê û destavêtinê roj bi roj li bajarên Tirkiyê zêde dibin. Di sala 2020`an de zêdetirî 146 jin rastî cureyên tundiyê hatine. Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî li Sûriyê mafên zêdetirî hezar û 564 jinan binpê kirin.

Hikumeta Tirkiyê dijberî rola jinan di siyaset û birêvebirina şaredariyan de li Bakurê Kurdistanê derdikeve. Ji ber wê êrişî navendên Tevgera Jinên Azad û Navenda Roza kir û bi dehan çalakvanên siyasî girtin. Tevî wê jî hemleyên girtinê li dijî jinan li Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Girêdayî siyaset û zîhniyeta AKP`ê ya li dijî jinan berdevka Meclisa Jinan û parlementera bajarê Êlîhê li bakurê Kurdistanê Ayşe Acar Başaran ji ANHA`yê re axivî.

Ayşe destnîşan kir ku di dîroka dewleta Tirk de diyar dibe ku dewletên bi rêya zeîfxistina jinan û kolekirina wan desthilat û hegemonyaya xwe ferz kiriye. Diyardeya tundiyê li gel hegemonyaya vê zîhniyeta desthilatdar zêde bû. Ayşe got tevahiya zîhniyetên dewletên cîhanê li hemberî jinan heman in.

Ayşe wiha domand: “Êrişên DAIŞ`ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirinên wê li dijî jinan ji kuştin, destavêtin û sebîkirina wê, zihniyeta desthilatdarî ya ku li dijî jinan tên meşandin, diyar dikin.”

Ayşe îşaret pê kir ku di cîhanê de du xet hene şerê hev du dikin; zihniyeta desthildarî, nejadperestî û neteweya demokratîk. Rojava xwedî li xeta neteweya demokratîk derket. Şoreşa Rojava bi rêveberiya jinan ji şoreşê re bi pêş ket.

Ayşe siyaseta AKP`ê rexne kir û got: “Zîhniyata mêrdestî bi rêya AKP`ê ya ku ji 2002`yan ve gihaştiye desthilata Tirkiyê, tundiyek hovane li dijî jinan dimeşîne. Roj bi roj haletên tundiyê bi tevahiya teşeyên wê ve zêde dibin. Êrişa li dijî jinan di sala 2015`an de li bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê de û hedefgirtina tevgera wê ya rêxistinî bi awayekî yekser, nekarîbûna hikumetê li hember vîna jinan diyar dike.”

Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Haletên qetilkirinê di malan û kolanan de zêde dibin. Êdî bûye diyarde. Li aliyekî din hikumeta Tirkiyê bi rêya qedexekirina çalakiyên tevgerên jinan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û girtina bi dehan çalakvanan, zextê li wan rêxistinan dike. Hikumetê bi sûcdaran re bi taybet kujerên jinan û zarokan bi nermî tevdigere û cezayên sivik li wan dibire. Ev tişt di aloziya belavbûna Koronavîrusê de diyar bû. Hikumeta Tirkiyê tenê kujerên jinan û zarokan serberst berdan, girtiyên jin ên siyasî û çalakvan di girtîgehan de hiştin. ”

Ayşe siyaseta AKP`ê wek siyaseta dijberî jinan û zihniyeta wê bi zîhniyata DAIŞ`ê wesifand.

Ayşe behsa yekitiya ku di navbera jinên Kurd û Tirk de derketiye, kir. Ev yekitî piştî ku AKP`ê êrişî Tevgera Jinên Azad û Navenda Roza kir, derket holê. Jinan helwesteke cidî nîşanî êrişan da û ew êriş wek êrişeke li dijî vîna jinan hesiband.

Di dawiyê de Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku divê jin bigihêjin lihevkirinekê. Refên xwe bêtir di pêşeroja nêz de bi rêxistin bikin. Bi vê yekê dê zihniyata desthildarî tune bikin û serdema 21`an bikin serdema azadî û têkoşîna jinan.

Back to top button