Arşîv

JI BO RAGHANDINÊ

Di salvegera 6. ya fermana 73 a qirkirina Şengalê, em wek Koordînasyona Kongra Star, bi tûndî dîsa bi heman hestên azadîxwez û tekoşer şermezar dikin. Doh çawa ku li hember van êrîşên hovane, di pêşengtiya jinên Kurd YJA STAR,YPJ, YJŞ de berxweda, DAÎŞ û zîhniyeta wê bin xwist, îro jî bi heman sekn û hişyariyê têdikoşin, berxwedidin. Êş û bîrînên me hîn weke doh tezene, hîn xeterî û êrîşên li ser jinên Êzîdî, gelê me yên Êzîdî derbaz nebûne. Îro jî veke doh, ew êrîş û qirkirin, ne tenê li ser gelê me yên Êzîdî, li ser hemû gelê Kurd û gelên azadîxwez bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dike. Taybet jî li ser jinên Kurd. Ew zîhniyeta DAÎŞ’ê, vê carê jî bi destê devleta Tirk awayeke eşkere li ser Şengal, Rojava, Bakûr û Başûrê Kurdîstanê tê berdewamkirin. Dest davêjin keç û jinên Kurd, qirkirina siyasî dikin, xwezaya Kurdîstanê hildiveşînin, topbaran dikin, dagir dikin, gûnda vala dikin, gelê me koçber dikin, çanda me ji qirkirinê re dixwezin bi vê awahî derbaz bikin. Taybet fermana ku li ser Êzîdiya dabûn, îro bi temamî li ser gelê Kurd dane. Lê li hember hemû wan êrîşan, çawa ku gel û jinên Êzîdî, di xweliyên xwe de, xwe ji nûve afirandin, wê wûsa jî li her derê berxwebidin. Her roj, li ser pîrozgeha Êzîdxanê, Laleşê, bi feraseta paradîgmaya netewa demokratîk, bîr û baweriya xwe ve tavê dertînin.
Bi kûrtahî ger em dîrokê bibîr bînin; Wekî ku tê zanîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Êzidiyên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAÎŞ’ê xwestin fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikir û felsefeya Ezdayîtiyê ji holê rabikin. Ji ber ku ev fikir û felsefe bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê Zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Ji bo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê ve, hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewam kirin.
Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser Êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birîndar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran mirovên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku bi qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin.
Bi vê rêyê ve, xwestin qetliyamê pêk bînin lê belê, ev plan û projeya dagirker û hevkarên îxanetkar bi ser neket û vala hatin derxistin. Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û korîdora azadî û rizgariyê vekirin û hemû gelên Êzidîyên li Şengalê gihandin warên ewle. Di encamê de Şengal ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û biratiya gelan xwedî çand û baweriyên cûda, li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê, zindî û rêxistin kir.
Xwestin bi destên DAIŞ’ê demografya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya gelên Êzidiyên herî qedîm pêk bînin. Lê belê, taybet jî ji aliyê hêzên azad ên YPJ’ê ve li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst, berxwedan û tekoşîneke pir mezin dan nîşandan û tesîreke pir mezin di raya giştî de jî dane avakirin. Bi hezaran ciwanên kurd canê xwe feda kirin û jibo gelên Ezidî careke din vegerin li ser axa xwe hewildanên pir mezin dan avakirin. Dîsa, hêzên YPG-YPJ jin û zarokên civaka Êzidiyan ji destê DAIŞ’ê xilaskirin û hiştin ku jin û zarokên Êzidî bigehêjin malbatên xwe û vegerin ser axên xwe. Rewşa niha de gelên Êzidî gihîştine wê astê ku, tevî jin û ciwanên xwe, xwe bi rê ve dibin û xwe diparêzin. Ew jinên ciwan ên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, di roja me ya îro de, di nava hêzên YBŞ û YJŞ’ê de cihên xwe digrin û bi guhertineke dîrokî ve gelên xwe û axa xwe diparêzin. Îro, gel û jinên Êzidî vê daxwaze dikin; li ser axa xwe bi baweriya xwe ve azad bijîn, rêxistina xwe xurt bikin. Di tevahiya Iraqê de, ji bo ku jiyana xwe û azadiya xwe bixin bin ewlekariyê, daxwaza statuya Şengalê dikin. Em jî piştgiryê didin vê daxwaza Êzidiyên Şengalê.
Hêzên YPG-YPJ’ê yên ku li hember zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin û li ser navê mirovatiyê DAIŞ binxistin û gelên me yên Êzidî, gelên Ereb û Rojava rizgar kirin; di roja me de, em dibînin ku, ji aliyê dewleta Tirk ve, li ser van herêmên me yên rizgarkirî, êrîş û dagirkerî pêktê û bi van êrîşan ve tasviyekirina YPG-YPJ tê hedef girtin. Taybet hêzên desthilatdar yên ku doh li hember DAÎŞ, li gel YPG-YPJ bûn, îro li gel daxweza Tirka, hewl didin ku YPG-YPJ’ê têxin lîsteya terorê. Şûna ku aliyê hêzên YPG-YPJ yên xilaskerê mirovahiyê de cihê xwe bigirin, berevajî vê yekê piştgiriyê didin devleta Tirk û hêzên wê çeteyên DAIŞ’ê. Ev feraseta wan, li dijî exlaqê civak û mirovatiyê ye. Em dixwezin bala rayagiştî jî bikşînin li ser vê rastiya berjewendîperest yên hêzên desthilatdar.
Dîsa îro bi heman feraset, ji aliyê dewleta Tirk yên faşîst û dagirker ve, li ser Bakurê Rojhilatê Suriya Demokratîk û hemû perçeyên Kurdîstanê êrîşên dagirkeriyê xwe berdewam dikin. Divê em li hemberî tehdîdên li ser Şengalê û plana dagirkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, di pêşengtiya jin û ciwanan de, hemû gel bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin. Bi rihê Hevrînan, Zehrayan û dayikên Akîde û Emîneyan, seferberiyê destpêbikin û li dijî zihniyeta serdestiya zilama, tekoşînê bilind bikin, qetliyam û dagirkeriya li ser jin û civakê bisekinînin. Divê ji her demê bêhtir em destkeftiyên şoreşa Rojava xwedî derbikevin. Em vê bîrnekin ku, xwedî derketina Şoreşa Rojava, heman demê de parastina Şengal û hemû Kurdîstanê ye. Em bi vê heqîqatê, bangewazî dikin ku hemû civak, pêkhate, bawerî û hêzên aligirên demokrasiyê yên çi li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dijîn, çi li hemû perçeyên Kurdîstanê û Şengalê dijîn, divê bi hev re li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkan yekitiya xwe ava bikin û axa xwe bi hev re biparêzin. Di heman demê de em bang ji raya giştî ya navnetewî jî dikin da ku li hemberî êrîşên dagirkirina li ser Bakurê Rojhilatê Suriyeya Demokratîk û Şengalê bikevin tevgerê û bêdeng nemînin.
Em wek Koordînasyona Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ev ferman û komkujiya li ser gelên Êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êzidî carek din şermezar dikin û salvegera vê roja tarî û qirêj bi bîra hemû civak û raya giştî tînin û dibêjin divê ev ferman û politikayên qirêj yên li ser çand û baweriyên pîroz û dîrokî, wê tu carî neyên ji bîrkirin û li hemberî vê yekê têkoşîn û berxwedaniyeke mezin bidin avakirin. Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran. Rêxistinbûyîna jinên cihanê wê bibe bingeha stratejî û taktika îdeolojiya hevjiyana azad û netewa demokratîk.
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR
28.07.2020

Back to top button