Siyaset

Stêra Qassim endama koordînasyona meclîsa jin li bakur û rojhilatê sûriyê ya rêxistinên civaka sivîl

Stêra Qassim endama koordînasyona meclîsa jin li bakur û rojhilatê sûriyê ya rêxistinên civaka sivîl
Aştî ji bo mirovan pirojeya daxwazek rewa ya mirovî ye û hewcedare ji ber ku ew qadek fireh e ji bo hîskirina wan ji mirovahîtiya xwere. Her sal di yekê eylolê de, giştî cîhan Roja Aşitiya Navneteweyî pîroz dike da ku nirxên aştiyê di nav gel û neteweyan de pêş bixin , ku bi guhdarkirina hemî netewan ê ku bi belavkirina çanda diyalogê re ku rê dide afirandina qadek bêdawî ya bawerî û ewlehiyê tête nîşan dide .
Bi hatina Roja Aşitiyê ya Navneteweyî nîşan dide Pevçûnên mezin û kûr û tundiya bêhempa ya ku bandoriyê li avahiyên mirovî, civakî û aborî yên welatên ku gef têne ser dikin yan bingehên ku civak li ser hatine avakirin hilweşîne , Ji ber vê yekê civaka navneteweyî bi riya saziyên xwe ve dixwaze civakên mirovî biparêze bi riya pêşxistina çanda aşitiyê û yek kirina bingehan ku li ser wê û di nav de: demokrasî û diyalog Ji ber ku ji şer û pevçûnan herî zêde jin bi bandor dibû ji ber ew herî zêde bi xebata avakirina aştiyê re eleqedar dibe . Dîrok ji me re gelek çîrokên xweş rawa dike li ser hewildanên jinê û tekoşîna wê ya ji bo bi destxistina aşîtiyê . ku bûyera jinan li Rwanda welatê Afrîka ku bi şerê navxweyî ya çend salan hat berdewam kirin û tê de jin êşa kuştin, revandin û destavêtinê kişand ema bi bingeha lihevhatin, berxwedan û destpêkirina jiyanek nû û gelek destkeftî bi dest xistin ku Rewanda bibe welatek aram ji milê tendurustî , aborî, siyasî û çandî ve. Jinên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şahidê zindî ne ku hêza rola jinan di avakirina aşitiyê de heye ji ber ku wan di salên têkoşîna xwe de hêz û zanebûn rola xwe bi dest xistin û bi guhertin û meşandina civakê ber bi tekoşînek mezin ve bir. Jinan Li dijî terora ku aştiyê tehdît dikir şer kir û bi ser ket, li dijî kevneşopiyên kevnar şer kir, bi vî rengî beşdarî avakirina civakek hevgirtî ya li ser bingeha demokrasî û biratiya gelan û wê karibû ku nebaşbûnê derbas bike û wan veguherîne destketiyên siyasî, aborî û çandî û bû mînakeke erênî ku li cîhanê were belav kirin Ji bo belavkirina aramî û aştiyê di nav hemî gelan de û pêşveçûna ber bi baştir ve di vê meşa berdewam de.

Back to top button