Arşîv

Konferansa duyemîn a Kongreya Star a kantona Qamişlo bi dawî bû

Konferansa duyemîn a Kongreya Star a kantona Qamişlo bi girtina biryaran û hilbijartinan bi dawî bû.

Bi beşdarbûna 120 delegeyan û bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinan mîsoger bikin” şaxê Kongreya Star a kantona Qamişloyê konferansa xwe ya duyemîn li Hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar xist.

Konferans vê êvarê bi xwendina encamnameya konferansê bi dawî bû ku tê rêveçûna konferansê û biryarên ku hatine girtin diyar dike.

Biryarên ku hatine girtin ev in:

– Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan pilanên girîng werin girtin.

– Perwerdekirina civakê li ser paradigmaya Rêber Abdullah Ocalan ku demokrasî, ekolojî û azadiya jinê bingeh digire.

– Berdewamkirina perwerdeyên bîrdozî ji bo jin û mêr.

– Hemû rêveberiyên ku hatine hilbijartin dê bên perwerdekirin û li ser guhertin û veguhertina zêhniyeta mêran perwerdeyên taybet werin dayîn.

-Ji bo xaka ku hatiye dagirkirin mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çalakî bên li darxistin.

– Li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên cur bi cur dê bên lidarxistin.

-Li hemberî şerê taybet ku jin û ciwnan dike hedef wekî (sixurî, hişbirî, malên fihuşan) çalakî werin kirin û têkoşîn were kirin.

-Rêxistinkirina civakê li ser esasê parastina cewherî û giştî, hemû komîteyên Kongreya Star ji rêxistina komîteyên ji komîn heta kantonê berpirsyar in.

Piştre 5 kes ji bo koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê hatin hilbijartin. Her wiha komîteyek ji 13 endaman hate avakirin ku komîteyên parastin, tenduristî, ragihandin, şaredarî, aborî, perwerde, edaleta civakî, kevana Zêrîn û civakî bi rêve bibe. Kesên ku hatine hilbijartin li pêşiya beşdaran sûnd xwarin.

Back to top button