Arşîv

Peymana li ser Şengalê komployeke nû li dijî civaka Êzidî ye

Hikumeta Bexdayê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 9`ê Cotmehê de peymanek girêdayî Şengalê îmze kirin. Şengaliyan li dijî peymanê bertekên xwe nîşan dan.
Têkildarî mijarê, Şaredariya Gel û Kongreya Star li navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Qamişlo bi daxuyaniyên cuda peymana li ser Şengalê şermezar kirin.
TIRBESPIYÊ

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Nora Etî daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: “Bi navê Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê em peymana di navbera hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê de şermezar dikin. Em dizanin ku gelê Şengalê rastî gelek komkujiyan hatiye, ku herî dawî li ser destê çeteyên DAIŞ`ê bû.
Di dema êrişên DAIŞ`ê li ser Şengalê de, hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê parastina êzidiyan nekirin û ew di nav pençên DAIŞ`ê de hiştin.”
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku rêz li hemberî îradeya gelê Şengalê bê girtin, da ku ji bo avakirina rêveberiya xweser fedekariyên mezin da.
Her wiha di daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî hate kirin ku civaka Êzidî biparêze.
GIRKÊ LEGÊ

Endama komîteya rêveber a Şaredariya Gel Roe Elî daxuyanî li pêşiya şaredariyê xwend û tê de hate gotin:
“Gelê Êzidî di dîrokê de rastî gelek cureyên êşkenceyê hatiye û bi dehan operasyonên qirkirinê li dijî wan pêk hatine. Herî dawî di 2014`an de bi destê DAIŞ`ê komkujî li dijî wan pêk hatin û bi hezaran êzidî bûn qurbanî, bi sedan jî koçber bûn.
Piştî ku Şengal ji aliyê şervanên HPG`ê ve hate rizgarkirin û gelê Êzidî sîstema xwe ya rêveberiyê ava kirin, niha hikumeta Iraqê û PDK`ê bi rêya vê peymanê dixwazin aramî û istiqrara li herêmê têk bibin, îradeya gelê Şengalê têk bibin û rê bidin dijmin da ku êriş bike.”
KONGREYA STAR
Endama Kongerya Star a navçeya Girkê Legê Dîlber Neman daxuyanî li pêşiya Mala Jinê xwend û tê de wiha hate gotin:
“Herî zêde jinên Êzidî yên Şengalê rastî êrişan hatin, ew hatin kuştin, revandin û firotin, lê belê îro têkoşîna xwe dewam dikin. Ji lewra divê cihê xwe li kêleka Yekîneyên Berxwedana Şengalê bigirin û hemû planan têk bibin.
Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê her tim li kêleka jinên Êzidî bin.”

Back to top button