Arşîv

Di bîranîna Karima Baloch de û di tekoşîna li dijî qirkirina jin ya siyasî de

Di bîranîna Karima Baloch de û di tekoşîna li dijî qirkirina jin ya siyasî de: Em bi hev re 2021-an bikin sala şoreşa jinan!
Berî mehek Karîma Baloch, ku bi fedakarî tekoşîna azadiya gelê Belûçistan û mafên Jinan meşand hat qetilkirin.
Bi tevgerên berxwedanê yên li çar aliyê cîhanê û yên berê, em dibînin ku jin hertim di pêşengiya têkoşînên cûrbecûr de ne, ji bo mafên jinan û li dijî kapîtalîzm û faşîzmê tekoşîn dimeşînin. Jinin ku civak kom dikin, ên ku bi perwerda kirina nifşên nû zindîbûna çand û ziman misoger dikin û pêşiya jiyanekî azad vedikin. Ji ber ku jin di nav civakê de beşê yên herî bindest e, ev sedemek e ku jin ji bo parastina maf û azadiya xwe li dijî pergala baviksalarî û kapîtalîst xwe rêxistin bikin. Loma dewlet bi taybetî jinên pêşeng hedef digirin û hemû dewletan polîtîkayên qirkirina jinê dimeşînin.
Dema ku mirov bala xwe dide ser profîla jinên bi sûîqestê hatine qetilkirin dibînin ku jinên di nava têkoşîneke aktîf de ne û di asta pêşengiyê de ne. Li her welatê cîhanê, li Meksîko, Afganistan, Kolombiya an Tirkiye be jinên siyasî tên qetilkirin. Wek sosiyalîstê Rosa Luxemburg, wek şoreşger Sakine Cansiz, Leyla Saylemez û Fidan Dogan li Parisê, wek çalakvanê Berta Cáceres li Honduras,
wek çalakvane Sêvê û herdu hevalên wê li Silopiyê, wek çalakvanên Zehra Berkel, Hebûn Xelîl û Amîna Weysî li Kobanê
Çalakvan û pêşengê siyasî Karima Baloch kêmtirî mehekê hate qetilkirin. Bê guman dewleta Pakistanê li pişta vê kuştinê bû. Karima Baloch ji bo mafên gelê Belûç û ji bo Belucîstanek azad tekoşîn dikir. Wê li dijî zilm û dagirkeriyê dengê xwe bilind kir, lewma neçar ma ku ji welatê xwe koçber bibe. Lê wê berxwedana xwe li dervayî welatê xwe domand. Ew li Belûçistanê û li derveyî wê ji jinan re bû îlham û mînakek. Ew jî yek ji wan jinane ku striyek di dewleta netew ya faşîst bû.
Em wek rêxistina jin ya Rojavayê Kurdistanê Kongra Star tekoşîna azadiyê ya serxwebûna gelê Belûçistanê silav dikin. Navê rêxistina xwendevanan ku Karima Baloch endamê wê bû ‘Azad’ e. Wek navê rêxistina xwe daxwaza azadiyê dikirin ji bo gelê xwe dikin û hemberî metîngerî û zordariyê.
Em têkoşîna gelên li Balûçistan û seranserî cîhanê li dijî mêtîngerî, faşîzmê û sermayedarî silav dikin. Ji bo ku jineke din wekî herî dawî Karima Baloch ji nav me kêm nebe em bang li jinên cîhanê dikin ku em têkoşîneke hevpar bikin.
Em wek Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê qetilkirina jinên pêşeng û şoreşger şermezar dikin. Divê em vê polîtîakaya qirkinê biruxînin.
Em hêza xwe bikin yek, ji pergala mêrserwer û kapîtalîst, ji rayedarên dewletan û ji kesên ku xwîna xwişkên me li ser destê wan e, hesap bipirsin. Hişyarbûna jinan, rêxistinbûna jinan tê wateya ku bingehên pergala modernîteya kapîtalîst were hejandin. Qatilkirina Karîma Belûç ye bibe sedema xurtkirina tekoşîneke radikal û hevpar! Em bihevre sala 2021 bikin sala şoreşa jinan!
Jin Jiyan Azadî!
Kongra Star
22.01.2021
Back to top button