Siyaset

Rêxistina Jin li Ewropayê –Rojava: Teror û dagirkerî du aliyên yek draviyê ne

Rêxistina Jin li Ewropa-Rojava têkildarî qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr, her wiha komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê pêk anîn şeremzar kirin û hate gotin: “Ev her du sûcên ku hemxwet pêk hatin îsbat dike ku asta hevkariyê di navbera wan de pir bilind e û destnîşan dike ku komên çete yên terorîst ên girêdayî AKP’ê heman komên DAIŞ û El-Qaida ne, ji lew re em dubare dibêjin teror û dagirkerî du aliyên yek diravî ne. “

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser destkeftiyên ku jinên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine û wiha hate domandin:”Em weke Rêxistina Jinê ya PYD’ê li Ewropayê -Rojava, teqez dikin ku jin li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye pêşenga kar û xebat ên siyasî, leşkerî, xebatên sivîl û yên dîplomatîk û cihê xwe di hemû saziyên rêveberiyê de girtiye. Jin di pêvajoya demokratîk de roleke girîng heye ku derfetê dide xwe da mafên xwe yên rewa bi dest bixe. Di heman demê de jî em teqez dikin ku armanckirina xebata jinê ji hêla terorîstên DAIŞ û dewleta Tirk û çeteyên wê ve ji yek jêderê ve tê birêvebirin ku ew jêder destekê dide terorê li tevahiya Sûriyê.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em di Rêxistina Jinê ya Ewropayê – Rojava de, sûcê hovane şermezar dikin ku ew rastiya asta terorê û metirsiyên wê, ne tenê li ser herêmê lê belê li tevahiya cîhanê, nîşan dide. Her wiha, em êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser sivîlên Til Rifetê û armanckirina koçberên sivîl, ên ku ji malên xwe li Efrînê bi darê zorê hatine bi dûrxistin, şermezar dikin. Bêyî guman dagirkerî û teror îradeya jinê û têkoşîna wê li herêmên me armanc dikin, ev îradeya ku hewl dide da kirîza Sûriyê çareser bike û bingehekê ji demokrasiyê re deyne û parastina aramî û ewlekariya civakî bike.”

Rêxistinê sersaxî ji malbatên şehîdan û şêniyên Til Rifet û Şehbayê re xwest û bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kir ku li  hemberî her kesên ku hewl didin li herêmê tevlîheviyê biaferînin, bisekinin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û NY’ê hate kirin li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker helwestekê bistînin û wê şermezar bikin. Di heman demê de, bang li gelê li Ewropayê kir ku beşdarî xwepêşandanên ku dê roja 27’ê Çileyê li tevahiya Ewropayê bi pêşengiya Rêxistina Jinê ya PYD’ê li Ewropayê û Tevgera Jina Kurd (TJK-Ewropa) li dar bikevin bibin.”

Back to top button