Arşîv

Rêxistinên Ewropayê destek dan: Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke zindî ne

7 rêxistinên Ewropayê ji bo qetilkirina hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayir Seida Feysal El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr daxuyaniyek dan û bang li jinan kirin ku li hemberî qetilkirina jinan tev li kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator Erdogan” bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ew nûçe îro mîna xencerekê bi ser dilê me de hat û ket jiyana me. Du hevalên hêja, ew jinên ku dil û pişta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, kirin hedef û qetil kirin. Hind Letîf El-Xidêr (seroka komîteya aborî ya Til El-Şayir) û Seida Feysal El-Hermas (hevseroka Meclisa Gel a Til El-Şayir) gefên kuştinê ji çeteyên DAIŞ`ê xwaribûn. Lê dîsa jî ew tu carî ji xebatê bihêzkirina jinan û civakê û avakirina pêşerojeke alternatîf dûr neketin. Jinên di siyasetê û rêxistinên civakî yên Bakurê Rojhilatê Sûriyê de, şoreşeke zindî ne: Ji bo guhertina civaka xwe têkoşiyan û wek mînakeke baş tevdigeriyan.

Ev bûyer dikeve rêzebûyerên qetilkirina jinên pêşeng bi awayekî sîstematîk. DAIŞ û komên mîna wan di bingeh de lawaz in. Ew çiqasî hov bin jî, lê ew bêyî piştgiriya dewletên bi hêz ne tiştek in. Dewleta Tirk a faşîst bi domdarî van koman fînanse dike û piştgiriyê dide wan û gelek caran fermanên êrişên mîna vê yekê daye. Di berdêla vê de, dewleta Brîtanya û yên mîna wê di armanc û şerên wekaletê de piştgiriyê didin dewleta Tirk. Aktorên navneteweyî yên ku digotin ew ji bo azadî û demokrasiyê tekoşîn dikin, berpirsiyarê êrişên bi vî rengî ne û destên wan bi xwîn e.

Êşa ku em li ber vê hovîtiyê hîs dikin rast e. Ew êş bi xwe nîşaneke ku em ji hev ne qut in, em di jiyanê de, di evîn û têkoşîna xwe de girêdayî ne. Em nahêlin sînorê me ji hev veqetînin.

Ti gotin hêrs û xemgîniya me ya ji ber şehadeta wan hevalan îfade nakin. Ji ber vê yekê em ê di bîranîna wan de û bi giyanê wan, tekoşîn bikin.

Di dawiyê de em banga piştgiriya kampanyaya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ya li hemberî qetilkirina jinan ji hêla dewleta Tirk ve dikin: https://100-reasons.org/ “

Rêxistinên ku li ser daxuyaniyê îmze kirine ev in:

Kurdistan Solidarity Network Jin

Women Defend Rojava UK Committee

Kurdish Women’s Initiative UK

Kurdish People’s Assembly UK

Southall Black Sisters

Women’s Strike assembly

FiLiA

Back to top button