Arşîv

“TEKOŞÎNA ME, MİSOGERİYA ŞOREŞA JİNÊ YE”

BERNAMEYA 8 Ê ADARÊ YA 2021

Weke rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Suriyê di 8’ê Adarê de, emê li ser kevneşopiya tekoşîn û berxwedana jinên cihanê ya li beramberî zordarî, tundutijî û desthilatdariya mêr bilind buyî bimeşin. Rihê berxweder ên jinan wê her zindî bimîne û em jî weke rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi wî rih û biryardariyê tekoşina xwe bilindtir bikin. Hesap ji her cure metingerî ya li ser xak û bedena jin tê meşandin bipirsin. Bi vê boneyê emê bi diruşmeya “TEKOŞÎNA ME, MİSOGERİYA ŞOREŞA JİNÊ YE”  di nav rêze çalakiyan de bin. Hemû çalakiyên me yên 8’ê Adara îsal wê di çarçoveya ji dagirker û qatilên jinan hesap xwestin pêk werin, û emê di hemû çalakiyên xwe de, rehevalên xwe Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emina Waysî û Leyla Agirî, Seda Feysel El Hermas, Hind Letif El-Xidir û şehîden Til Rifatê bi bîr bînin û hesap bi xwazin.

Bi wê boneyê rêze çalakiyên me yên 8’ê Adarê ya îsal wê bi vî rengî bin:

– Çalakiyên 8ê Adarê dê di 23ê Sibatê de, ji hêla hemû rêxistin û tevgerên jinan ve, li bakur û rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya (Têkoşîna me misogerkirina azadiya jinan e) were dest pê kirin.

– Kongra Star dê li ser bûyera 8ê Adarê, ji 23 ta 28ê Sibatê, di asta navçe, bajarok û saziyan de, semîneran bide.

– meşeke bi otomobîlên xemilandî bi rengên 8ê Adarê li hemû kantonan were li dar xistin.

– Rêxistinkirina meşeke girseyî li Şedadê di 1ê Adarê de, bi beşdariya Meclîsa Jinên PYD, Kongra Star û Meclîsa kantona Hesekê, Da ku her du rêhevalên şehîd ên ku bi destê Daişê hatine qatilkirin bi bîr bînin, Di heman rojê de, ji bo bîranîna şehîdên Til Rifat, li Şehbayê meşeke girseyî were li dar xistin.

– Di 1ê û 2ê Adarê de, Festîvala Jinan li Qamişlo were saz kirin ku tê de pêşandanên hunerî û pêşangehek ji karên destan û xwarinên kevneşopî hene.

-Di 2 ê Adarê de, rêxistinkirina çalakiyan ji bo piştgirî û mezinkirina rola YPJ – HSMB, û hêzên parastinê yên din, her wiha meşeke leşkerî ji hêla Asayîş û HPCê jin ve were li dar xistin.

– Di 3ê Adarê de, ji bo jinên astengdar çalakî werin li dar xistin, semîner û çalakiyên hunerî werin dayîn.

– Di 4ê Adarê de, rêxistinkirina çalakiyan di çarçoveya projeya guhertina hişmendiya zilam, vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo zilaman, semîner werin dayîn, her wiha li bajarekî ji bo mêran meşek were li dar xistin.

-Di 5ê Adarê de, lidarxistina çalakiyan bi armanca azadiya rêber APO (çalakîyên girseyî, bilindkirina wêneyên Rêber APO, vekirina Pêşangehan ji bo Nîşandana Wêneyên rêbertiyê li kantonên (Qamişlo – Kobanê – Şehbeyê).

-Di 6ê Adarê de, ji bo pîrozkirina Roja Jinê, li qada Newrozê pîrozbahiyeke girseyî ya navendî bi beşdariya nêzîkî 10,000 jin were li dar xistin.

-rêxistinkirina pîrozkirina 8ê Adarê Roja Jinan li hemû bajaran.

-Bi dirûşmeya (Na ji Komployê re – Na ji Dagirkeriyê re – Na ji tundiyê re) Meclîsa Jin a PYDê dest bi rêxistinkirina kampanyayeke ku dê 3 mehan bidome dike.

-Meclîsa Jinên Ciwan di 8ê Adarê de, di hemû dibistan, peymangeh û zanîngehan de semîneran bide, her wiha belavkirina Broşûr ji bo 8ê Adarê, Sazkirina çalakiyan bi Kevana Zêrîn re weke (çandinî, meş, pêşbirkên werzîşî, pêşbirka bisîkletê, festîva, pêşandanên folklor û dîlanê, pêşandanên film û belgefîlm, pêşangehên nîgar û wêneyan, pêşbirkên helbestan, semîner,  pêşandana sînevîzyon, pêşangehên cilûbergên gelêrî û karên destan, serdana gorên şehîdan, kampên penaberan û belavkirina gulan li jinan).

-rêxistinkirina çalakiyên taybet ji bo Komîteya Dayikên Gerîla.

-Amadekirina çalakiyan li ser mijarên sereke (jin û şîdet – jin û parastin), bi rêya lidarxistina diyalog û konferansan ji bo nîqaşê.

– lidarxistin çalakî û diyalogan li ser jinên Efrînê li (kantona Hesekê).

-Ji destpêka Adarê ta dawiya çalakiyên Newrozê, lixwekirina cilûbergên folklorî.

– Amadekirin û belavkirina daxuyaniyekê ji hêla Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star ve, bi wêneyên jinên pêşeng ên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanî û danasîne wan jinan.

-Di 10ê Adarê de, şahiyek ji bo hevalên Gazî ji hêla Kevana Zêrîn ve were li dar xistin.

-Di navbera 8 û 21ê Adarê de û li hemû kantonan, divê serdana dostên kevin, malbatên şehîd, Gazî, Gerîla, birîndarên teqînan, û malbatên girtiyan were kirin weke kampanyayeke ku li hemû bajaran were rêxistin kirin.

– pêxistina Mûman li ser çemê Firatê û bilindahîyên li ser avên mezin, her wiha weşandine wêneyên rêheval Sara, rêheval Leyla Agrî, Zehre û hemû şehîdên Helencê, Til Rifat û Şedadê li ser avê.

– Di nav çalakiyên 8ê Adarê de, Kampanya îmzeyan ji bo dadgehkirina Recep Tayîp Erdogan ji bo 100 bûyeran 100,000 îmze berhev kirin.

-Li ser bingeha tekoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan, û ji bo vegotin û pênasekirina xala 1325 an, divê civînek bi beşdariya 1000 jinan were li dar xistin.

-Di çalakiyên 8ê Adara îsal de, divê gund esas bên girtin, û li ser vî bingehî, divê li hemî gund û saziyên îdarî û rêxistinî li ser pênasekirina 8ê Adarê semîner werin dayîn, bi beşdarbûna hemû meclîs û komîteyên rêxistinên jinan, û wê wiha bin:

Meclîsa Sûriya Demokratîk: 4 semîner li (Reqa – Tebqa – Dêra Zorê – Minbic) werin dayîn.

Li Cizîrê û Reqayê: diyalogeke berfireh were li dar xistin.

-Meclîsa Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Serdana hin saziyên taybet bi jinan û dabînkirina mertalan (Yekîneyên Parastina Jin, Federesyona Birîndaran, Sotoro, Navenda Penceşêra Sîngê,  Asayişa Jin, Sesteya Jin, HPC).

-Serdana Saziya Malbatên Şehîdan, çandina daran li Akademiya Reqayê.

– Semîner li kampên (Roj, Newroz, Til El-Simin) werin dayîn.

-Bi boneya 8ê Adarê brûskek pîrozbahiyê ji bo jinên li herêmê û cîhanê were şandin.

 

Partiya Sûriya Pêşerojê:

Dayîna semîneran ji bo endamên partiyê û beşdarî çalakiyên giştî dibin.

Yekîtiya Jinên Suryanî:

Di roja jinan de li şaxên yekîtiyê semîner werin dayîn, û tevlî hemû çalakiyên giştî dibin.

Kordînasyona Jin di Rêveberiya Xweser de:

  • Dayîna Semîneran ji bo karkerên li herêma Rêveberiya Xweser û herêma Til Koçer.
  • Dayîna Semîneran di girtîgehan de ji bo jinan, û piştgiriya bi karên destan ên girtiyên jin.
  • Vekirina pêşangeha karên destan ji bo jinan bi giştî.
  • dayîna Semînarekê li ser rola jinan di rêveberiya xweser de.
  • Vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo şêwirmendên derûnî ji bo Navenda Desteya Jin.

 

 

 

 

Komîteya Çalakiyan ya tevger û Rêxistinên Jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê

Silav û HezkiriN

 

23.02.2021

 

Back to top button