Siyaset

`Qetlîama Parîsê dewleta Tirk pêk anî, divê were darizandin`

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku piştî serokê berê ya Daîreya Îstixbaratê ya artêşa Tirk komkujiya Parîsê îtîraf kir, tu sedemek nemaye ku dewleta Tirk ji ber sûcê komkujiya Parîsê neyê darizandin.

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya serfermandariya artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn di bernamyeke televîzyonê de bi şaşî got qetilkirina 3 jinên şoreşger; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di dîroka 09.01.2013’an de li Parîsê, di çarçoveya operasyoneke dewleta Tirk de bû.

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed bal kişand ser êrişên suîqastê yên li dijî jinên pêşeng û hedefgirtina jinên siyasetmedar, bi taybet di van salên dawîn de û wiha axivî: “Sûcên wekî êrişên sûîqestê, şîdet, komkujî û destdirêjiya zayendî heta niha bi dizî dihatin kirin. Dewleta Tirk bi hedefgirtina tevgera azadiya jinan re her tim li dijî jinên pêşeng êrişan pêk tîne.”

Têkildarî qetilkirina 3 jinên şoreşger li Parîsê, Remziye Mihemed wiha axivî: “Fransa di sîstema ewlekarî û parastinê de welatekî pêşketî ye. Lê belê ev çalakî li Fransayê pêk hat, mîna ku destê dewletên cuda di komkujiyê de nîn e û ev 3 jinên şoreşger wek ‘terorîst’ bi nav kirin û hewl dan komkujî li qada navneteweyî rewa bê nîşandan. Dewleta Tirk, rejîma Baas û hikumeta Iraqê ji qetilkirina şehîd Şîlan Kobanê ya li Mûsilê, berpirsyar in. Her wiha siyasetmedar Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Veysî, Emîne Xelîl, Seda Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidir jî bi beşdarbûna yekser an jî neyekser a îstixbarata Tirk, li Rojavayê Kurdistanê hatin qetilkirin. Di encama lêkolînan de hate îsbatkirin ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin.”

‘DEWLETA TIRK QEBÛL KIR KU KOMKUJIYA PARÎSÊ PÊK ANIYE’

Remziye destnîşan kir ku serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya serfermandariya artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn beriya niha di televîzyoneke de îtirafên li ser komkujiya Parîsê kirine û bi vî rengî qebûl kiriye ku komkujiya Parîsê operasyoneke dewleta Tirk e.

Remziye qetilkirna 2 jinên şoreşger li Şedadê jî bi bşr xist û wiha dewam kir: “Li Şedadê bi pêşengiya YPJ’ê QSD-YPG’ê ji bo girtina çeteyên DAIŞ’ê yên hevalên me Seda û Hind qetil kirine, hemleyek pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê yên di wê hemleyê de hatine girtin, li xwe mikur hatin ku telîmatên xwe ji dewleta Tirk girtine û çi dema dikevin tengasiyê, berê xwe didin dewleta Tirk. Her wiha Zehra Berkel û 2 hevalên me li Kobanê bi êrişa hewayî ya dewleta Tirk hatin qetilkirin. Her wiha di rojên destpêkê yên pêvajoya dagirkirinê ya Serêkaniyê de jî dewleta Tirk, Hevrîn Xelef li ser rêya M4 qetil kir. Ev hemû nîşan didin ku dewleta Tirk bi rehetî komkujiyan pêk tîne.”

‘DIVÊ BÊDENGÎ BI DAWÎ BIBE’

Remziye destnîşan kir ku divê bêdengiya li hemberî qetlîamên dewleta Tirk êdî biqede û got: “Divê hêzên navneteweyî, bi taybet Fransa dest ji paşguhkirina komkujiyên dewleta Tirk berde. Di doza komkujiya Parîsê de divê dewleta Tirk ji nû ve bê darizandin û cezakirin. Em bang li Fransa û hêzên navneteweyî dikin ku ji bo darizandina dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî ji ber sûcên wê, dest bi çalakiyan bikin.”

Her wiha berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed bang li jinên cîhanê kir ku ji bo wekhevî, edalet û jiyaneke aştiyane bi hev re tê bikoşin.

ANHA

Back to top button