Arşîv

Bi boneya 8`ê Adarê: Heta bidestxistina azadiyê em ê têkoşînê dewam bikin

Berdevka Komîteya Jinan a PYD`ê got jinan bi têkoşîna xwe ya ji sala 1875`an ve hebûna xwe îsbat kir û hîna jî tê dikoşin ji ber ku bingeha sereke ya şoreşê ne.

Bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” Kongreya Star bi hevkariya Komîteya Jinan a PYD`ê li navçeya Şedadê civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Berdevka Komîteya Jinan a PYD`ê Zehra Semîo di civînê de behsa şerê dewletên kapîtalîst ên li hemberî vê rojê kir. Zehra destnîşan kir ku wan xwest jinan ji fikirên têkoşînê dûr bixin û 8`ê Adarê veguherînin boneyeke normal û wiha dewam kir: “Lê belê jinan bi têkoşîna xwe ya dîrokî hebûna xwe di hemû qadan de îsbat kir da ku hêjayî vê boneyê be.”

Zehra bi domdarî got: “Em di roja îro de, şoreşekê di hundir şoreşê de ava dikin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate binavkirin. Ji ber ku jin bingeha sereke ne ku hemû şoreş li ser wan tên destpêkirin. Em têkoşîna xwe heta bidestxistina azadiyê dewam bikin.”

Di dawiya civînê de Koma Kevana Zêrîn şanoyek pêşkêş kir.

Di 8`ê Adara 1857`an de li Newyorkê ya DYA`yê nêzî 40 hezar jinên di kargehan de kar dikir, ji ber mercên giran û saetên dirêj ên kar ku gihaşt 16 saetan ketin grevê û kar rawestand. Wan jinan xwest wekhevî pêk bê û saetên kar dakevin 10 saetan, lê belê ew xwepêşandan hovîtî ji aliyê polîsan ve hate çewisandin û bi hezaran karkerên jin di hundirê kargehê de hiştin, şewat derket û 129 jinan jiyana xwe ji dest da.

Di sala 1908`an de careke din bi hezaran jin daketin kolanên Newyorkê û xwestin mercên kar bên başkirin.

Piştî 2 salan anku di sala 1910`an de kongreyeke navneteweyî ya duyemîn ji bo jinan li paytexta Danîmarkayê li dar ket û 8`ê Adarê wek rojeke cîhanî ji bo jinan hate diyarkirin.

ANHA

Back to top button