Arşîv

Meclisa Jinan a Minbicê daxuyaniyek dan ji bo Çalakiyên 8’ê Adarê

Meclisa Jinan a Minbicê daxuyaniyek ji raya giştî re li pêşiya navenda li Minbicê da û bi dehan endamên saziyên sivîl û Yekitiya Jinên Ciwan amede bûn.

Endama meclisê Nisrîn El-Elî daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Roja 8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna jinan e, her wiha dengê jinan li tevahiya cîhanê li hember zilm, zor û zîhniyeta zilaman a serdest bilind dibe.

Em wek Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê û jinên bajarê Minbicê vê rojê bi hêvî û kêfxweşî pêşwaz dikin, her wiha em rêya têkoşînê bi vîneke mezin didomînin.

Ji wê roja ku jinên karker serî hildaye û heta îro, dîroka me bi têkoşîn, serkeftinên ku şoreşa jinan di tevahî aliyên jiyana civakî, leşkerî, rêveberî û siyasî de bi dest xistiye, dewlemend e. Divê em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û rêya şehîdan bişopînin heta ku bi ser bikevin.

Xebat û berxwedana me di nav hemû şert û mercan de berdewam e. Em roja 8’ê Adarê silav dikin û kampanya 8’ê Adarê li bajarê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” radigihînin û bajar bi dîmen û gotinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan, dixemilînin.”

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê wiha ye:

1’ê Adarê; serdana saziyên leşkerî.

2’yê Adarê; serdana saziyên sivîl.

3’yê Adarê; semîner û şahî li xeta Ebû Qilqil û Til Hozan dê li dar bikevin.

4’ê Adarê; semîner û şahî li xeta El-Muhteriq û Eseliyê dê li dar bikevin.

5’ê Adarê; semîner û şahî dê li xeta El-Heyê û El-Yastî li dar bikevin.

6’ê Adarê; şahî ji malbat û zarokên şehîdan re.

7’ê Adarê; şahiya navendî li bajarê Minbicê.

Back to top button