Arşîv

Li Hesekê pêşangeheke keleporî hate vekirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi diruşmeya “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” didomin.

Kongra Star a bajarê Hesekê konê pêşangeha keleporî ji bo piştevahiya berxwedana jinên Efrînê li Mesakin Panorama vegirt.

Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan,  alên Kongra Star û pankartên “Efrîna bûka Kurdistanê ye û jin jiyan azadî”  hate xemilandin. Di bin kon de gelek alavên kevin mîna yên çêkirina qehweya tahil, alavên folklorî yên ku jinan berê bi kar dianî hatin pêşandan.

Çalakî bi deqeyeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Peyman Amara Roja Jinan a Cîhanê li tevahî gelên herêmê, jin û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Di Roja 8’ê Adarê de berxwedaneke mezin dest pê kir û dê ev dîrok ji her jinekê bibe biharek.”

Peyman Amara da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe yên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîn û berxwedana jinan bişikîne û destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe.

Peyman Amara got, dê di berxwedan û têkoşînê de heta ku berxwedana bi tenê li ser milên jinan jî ma, berdewam bikin. YPJ’ê jî nimûneyek ji tevahî jinên cîhanê re ye.

Peyman Amara bang li koçberên Efrînê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, da ku  armancên şehîdan pêk bînin û li hember dijminan hevgirtî bin.

Piştre Navenda Xabûr a Çand û Hunerê şanoyek li ser dagirkirina Efrîn û koçberiya şêniyên wê û sînevîzyonek li ser çanda Efrînê pêşkêş kir.

Dûvre koma Tolhildan a Hesekê gelek stranên folklorî pêşkêş kirin û beşdaran jî dîlan gerand.

Back to top button