Arşîv

Gelê Efrînê: Dê dewleta tirk li Efrînê têk biçe

Gelê Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertek nîşan dan û  gotin:” Çawa ku Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê û Reqayê têk çû wê li Efrînê jî bi berxwedana gel têk biçe.”

 

Gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hêrs û bertekên xwe nîşan dan û  gotin:”Em amadene ku ji bo Efrînê li çeperan şer bikin û rûmeta xwe biparêzin.”

 

Welatiya bi navê Medîne Hesen êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:”Dewleta Tirk a dagirker nikare bi balafirên xwe îradeya me bişkîne. Heta ku zarokên me li çeperan şer bikin wê tu caran vîna ma neyê şikandin û em dest ji berxwedana xwe bernadin. Ji ber ku dilê me ji bombayan wêrektir e. Em wekî gelê Efrînê amadene ku biçin çeperan û rûmeta xwe biparêzin.”

 

‘Ew bi tanq û topên xwe nikarin hêza gelê Efrînê bişkînin’

 

Ji aliyê din ve jî welatiya bi navê Cemîlê Hemo jî wiha got: “Tayyip Erdogan dibêje ku topên  ez li ser herêma Efrînê pêk tînim ji bo dawîkirina ‘terorîstan e’ lê belê Tayyip Erdogan îsbat dike ku ew  bi xwe terorîst e. Li Efrînê hemû gel bi awayekî demokatîk bi hev re dijî. Ew çeteyan ava dike û derbasî nav gel dike. Lê bila baş bizanibin ku ew ne bi balafirên xwe yên ku bombeyan li ser Efrînê dibarîne û ne jî bi tanqên xwe nikarin hêza gelê Efrînê bişkînin. ”

 

‘Heta YPG’ê û YPJ’ê şer bike wê berxwedan dewam bike’

 

Di heman demê de welatiya bi navê Eytan Hebeş jî berteka xwe wiha anî ziman: “Em ê wekî jin, ciwan, yextiyar ax û rûmeta xwe biparêzin. Her wiha heta ku Hêzên YPG-YPJ’ê li çeperan şer bikin wê berxwedana me jî dewam bike.”

 

‘Çawa ku dewleta tirk li Kobanê têk çû dê li Efrînê jî têk biçe’

 

Her wiha welatiya bi navê Ruxweş Muhemed jî êrîşên Dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Di bin hemû topên ku Dewleta Tirk li ser Herêma Efrînê û gundewarên wê dibarîne me dest ji berxwedana xwe bernedaye. Îro jî gelê Efrînê li ser piyan in û çawa ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê û Reqayê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe.”

Back to top button