Arşîv

Navenda Parastina Mafên Jinan:Heta wekhevî, aştî û azadî pêk neyê em nasekinin

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir û got: “Em careke din soz didin jinên ku di şert û mercên dijwar re derbas dibin ku mafên wan bi dest bixin.” Navendê banga pêkanîna hinek daxwazana ji bo parastina mafên jinan bi taybet ên di girtîgehan û kampan de li civaka navneteweyî kir.

Îro 8`ê Adarê ye bi vê boneyê Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê daxuyaniyek da û bi rêya wê ev roj li jinan pîroz kir û berdewamkirina têkoşînê heta pêkhanîna wekhevî, aştiyê û azadiyê ji jinan re piştrast kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê em bi germahî jinên ku destanên lehengiyê ji bo parastina welat nivîsandine dikin. Berxwedan û têkoşîna wan bi bîr tînin ku ji bo bigihin vê roja biha gelek fedekarî dan. Em dê şopdarên wan bin û heta ku em di civaka xwe de wekhevî, aştî û aramiyê ji bo jinan pêk bînin em ê rehet nasekinin.

Her wiha em careke din soz didin jinên ku di şert û mercên dermirovî û trajedîk re di girtîgehan û kampa de derbas dibin ku em ê li hemberî sûcên ku li dijî wan têne kirin bêdeng nemînin û mafên wan bi dest bixin.

Em ê bi aliyên têkildar ên navneteweyî û herêmî re bixebitin da ku sûcdarên ku war û axa me wêran kirin bi taybet sûcên herî kirêt li dijî jinan li seranserî Sûriyê û Bakur û Rojhilatê pêk anîn, werin darizandin. Bi vê boneyê em pêşwazîkirina Başûrê Kurdistanê ji sûcdarên sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê ku li Sûriyê pêk hatine, şermezar dikin ku siyasetmedar Hevrîn Xelef ji bo sepandina aştiyê li Sûriyê kar dikin, qetil kirin.

Bi boneya vê rojê ku jinên cîhanê serkeftin û destkeftiyên ku bi dest xistin pîroz dikin, em bang li aliyên hiqûqî, siyasî yên navneteweyî û herêmî dikin di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û serokê wê António Guterres û Desteya Neteweyên Yekbûyî û seroka wê Fumzeli Mlambo Nkoka dikin ku van xalan pêk bînin:

-Hewl bidin aloziya sûriyê û dagirkirina wê bi dawî bikin, sûcdarên sûcên şer ên li dijî jinan û zarokan li gorî qanûnên navneteweyê darizînin.

-Fişarê li aliyan bikin da ku tevahiya jinên di girtîgehên li tevahiya herêmên Sûriyê de serbest werin berdan.

-Vegera ewle ji bo tevahiya penaber û koçberan misoger bikin.

-Çareseriyên siyasî ji bo rewşa jinan û zarokan ên di navê kampên Hol û Roj de bibînin û hewl bidin wan vegerînin warên wan.

Careke din em soz didin ku mafên jinan biparêzin û wekhevî, azadî û edaletî ji jinan re pêk bînin.”

Back to top button