Arşîv

4’ê Nîsan ê nûjenkirina vîna gelan e

Kongra Star bi peyamekê 4’ê Nîsanê pîroz kir û destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Abdulah Ocelan didome û banga geşkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocelan kir.

Koordînasyona Kongra Star di destpêka  peyama we ya nivîskî de got: “Em rojbûna rêber Apo di nava şert û mercên dîlgirtinê, tecrîdê û îşkenceyê de pêşwazî dikin. Rêber Apo zêdetirî 22 sal e li girava Îmraliyê dîlgirtî ye dê di 4’ê Nîsanê de bibe 72 salî. Weke Kongra Star em careke din hêzên komploger bi nefret şermezar dikin û 4’ê Nîsanê li hemû jinan, gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”

Kongra Star destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e û wiah dewam kir: “4’ê Nîsanê bi tenê bidawîbûna înkar, asîmîlasyon û koledariyê temsîl nake, 4’ê Nîsanê têgihîştineke nû, felsefeyeke nû ya jiyanê, formeke nû ya têkoşînê di dîroka berxwedanê ya Kurdan de îfade dike. Li ser bingeha hebûna xwe, xwebûn û rêyeke avakirina jiyana azad temsîl dike. Rêber Apo bi bilindkirina xebatên azadiya jinan re şoreşa jinan a ku îro li erdnîgariya me bilind bûye, mimkun kiriye û li tevahiya cîhanê bûye îlham. Darên ku em her 4’ê Nîsanê diçînin sembola kok û kûrbûna têkoşîna jiyana azad a jin û gelan e.”

Kongra Star bal kişand ser tecrîda li Imraliyê ya li ser rêber Abdullah Oclalan û wiha da zanîn: “Em dixwazin wek Kongra Star destnîşan bikin ku têkoşîna me bi giştî ji bo ji hevkirina têkbirina tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ye. Berxwedana me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, ji bo azadiya bi temamî ye! Divê were zanîn ku wek jinên Kurd, ji bilî jiyana azad a bi rêber Apo re em tu carî jiyaneke din qebûl nakin. Bi têkoşîna xwe re em destnîşan dikin ku em ê hesab û polîtîkayên qirêjî yên dewleta şerê taybet a Tirk û hêzên NATO’yê bê encam bikin.”

Di dawiyê de Kongra Star got dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan a fizîkî geştir bikin û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku 4’ê Nîsanê veguherînin cejneke azadiyê, em pêşengiya jinan di her aliyê jiyanê de mezin bikin. Em tecrîda Îmraliyê û pergala îşkenceyê ji hev bikin da ku bi rêber Apo re azad bijîn.”

 

Back to top button