Gotar û hevpeyvîn

Meral Çiçek: Li hember êrîşên giştî divê têkoşîn jî giştî be

Meral Çîçek anî ziman ku li dijî êrişên giştî yên li ser jinan, di çarçoveya armancên kampanyayê de wê di demên pêş de dadgeheke alternatîf yên jinan ava bikin û rojeke dîrokî ji bo têkoşîna jinan ragihînin.

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Kurd a Têkiliyan (REPAK) li ser asta cîhanî 73 rêxistinên jinan û 181 jinên aktîvîst, ji bo teşhîrkirina polîtîkayên komkujiyên li dijî jinan û pêşîgirtina li qirkirina jinan, bi sernavê “Ji bo jiyanê em tevna parastinê birêsin û qirkirina jinê ya siyasî rawestînin! Ji bo zindîkirina pêşengên me, em rê nedin ku li hemberî jinan qirkirineke nû pêk were” kampanya dan despêkirin.

Di vê kampanyayê de, ji Bakur û Rohilatê Sûriyê Kongreya Star û Meclîsa Jin ya Partiya Sûriya Pêşerojê cih digirin.

Derbarê armancên vê kampanyayê de, Endama Desteya Rêveber ya REPAK`ê Meral Çîçek axivî

‘EM Ê PÊŞENGÊN XWE BIPARÊZIN’

Meral Çîçek anî ziman ku ji bo kampanyayeke hevbeş bidin meşandin, platformek damezirandinê li dar xistine û got: “Ev demek e seranserî cîhanê hem di asta herêmî û xwecihî de û hem jî di asta navnetewî de platformên li dijî femîsîd kar dikin, zêde bûne. Li dijî qirkirina jinê ku wekî rastiyekê kûr bûye, têkoşîna jinan bilind dibe. Hemû kuştinên jinan perçeyekî ji qirkirina jinan bi îfade dikin. Lê di vê rastiya qirkirinê de hinek mijar hene divê cûda bên destgirtin.  Platforma me jî wê zêdetir li ser kuştina jinên pêşeng kar bike. Pergala zayanperest, kapîtalîst û netewdewlet bi şêwazekî pir sîstematîk hewl dide pêşengên jin tasfiyê bike û ji holê rake. Wê ev platform li dijî kuştina jinên pêşeng têkoşîneke bi bandor bide meşandin û bal bikşîne ser vê rastiyê. Ev bûyerên kuştina jinan li ser ragihandinê wekî takekesî tên destgirtin. Em dixwazin bal bikşînin ser vê rastiya sîstematîk. Ev rastî bê zelakirin û bingeha vê rastiyê çi ye derxînin holê. Ev bûyer piranî bê ceza tên hiştin ku li dijî vê rastiyê têkoşîneke dadwerî em ê bidin meşandin. Em ê pêşengên xwe biparêzin.”

‘ÊRÎŞ GERDÛNÎ NE DIVÊ TÊKOŞÎN JÎ HEVPAR BÊ’

Meral bal kişand ser êrişên gerdûnî û anî ziman ku ji bo vê sîstema zayenperest derbas bikin divê itîfaqên jinan yên demokratîk bên avakirin û wiha dewam kir: “Têkoşîna bi şêwazekî perçekirî wê heya astekî encam bigire, lê em bi sîstemeke gerdûnî re rû bi rû ne. Êriş gerdûnî ne. Em wekî jinên Kurd vê rastiyê dijîn. Şehîdxistina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan li Parîsê, şehîdên pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, suîkastkirina Hevrîn Xelef û jinên pêşeng li Kobanê û Şedadê mînakên vê rastiyê ne. Ev rastî ne tenê li herêmên me sînordar e. Jinên Kolombiya, Meksîka jî heman rastiyê dijîn. Jinên ku pêşengtiya têkoşîna civakî li dijî deshiladaran dikin bi taybet ji aliyê desthiladaran ve tên tasfiyekirin. Pergal dibîne ku jin xwedî rolek pêşeng e. Ne tenê ji bo mafê xwe têkoşîn dike, ew pêşengên civakên xwe ne û ji ber wê pergal desthilatdar wan dike hedef. Ev rastiya ku tê jiyîn ji ber giştî ye divê têkoşîn jî bi hev re be. Li ser bingeheke hevbeş rêxistinkirin pêwîst e.

Meral di derbarê pêşeroja vê platforma jinan ya global de got: “Ev platform wekî formekî rêxistinî ji bo niha hinek sivik e. Lê di demên pêş de ew ê bibe rêxistin û formekî daîmî jî. Ger jin bikaribin di asta navnetewî de itîfaqên xwe yên demokratîk ava bikin û têkiliyên xwe bînin asta itîfaqê wê demê em ê bikaribin têkoşîneke bi bandor bidin meşadin.  Ji ber ku hêzên li hemberî me jî di nav itîfaqê de tevdigerin. Hedefgirtin û qirkirinên siyasî yên li dijî pêşengên jin di wêneyê kujeran de itîfaqeke di navbera dewlet, çete û hêzên kapîtalîs de didin xuyakirin. Di Kurdistanê de itîfaq di navbera dewlet û çeteyan de pêk tên.  Di ragihandinê de 73 rêxistinên jinan û 181 kesayetên jin cih girtin, lê piştî wê bi sedan rêxistin û jin ji bo di platform de cih bigirin bersiv dan. Ev pêvajo dibe ku di demên pêş de cardeke xwe nû bike û hijmar were guhartin.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kongreya Star û Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê di platformê de cih digrin. Jinên civaka Ereb û civakên kevneşop rolek pêşeng dilîzîn û guhertinekê ava dikin. Dijminên jinan dixwazin pêşî li guhertinên di nav civakê de bigirin. ”

Meral anî ziman ku gelek civînên wan li ser onlinê çêbûne ku destpêkê nîqaş ji komek biçûk ku di nav de ji Kurdistan, Kolombiya, Afganistan, Filîpîn, Bangladeş, Meksîka û Brezîlya jinan cih digirtin de pêk hatiye û paşê rêxistinên cûda jî tevlî bûn.  Meral ji bo armacên demkurt, demnavîn û demdirêj yên platformê got: “Me li ser meclisên beşên platformê biryar girt. Armancên demkurt; di avakirina zanebûnê de 4 panel bên çêkirin,

Armanca demnavîn; xebateke demdirêj ji bo hawûz(DATA) çê bikin ku agahiyên komî li ser vê mijarê tune ne. Qirkirinên jinên pêşeng yên piştî salên 2000`î wê bigre dest, wê werin qeydkirin û arşîvkirin.

Di armanca demdirêj de; em ê dadgeheke alternatîf yên jinan çêbikin.  Ev gelek ked dixwaze. Li gorî feraseta jinan, çandên civakê çêbibe. Di heman demê de em ê bi bêcezahiştina kujeran re jî têkoşîneke hiquqî û siyasî bidin meşandin. Em ne li benda edaleta dewletan e ku bi xwe perçeyek vê pirsgirêkê ne, lê nabe ku ev kujer bêceza bên hiştin.”

Meral derbarê vê xebata cîhanî de diyar kir ku dixwazin rojeke dîrokî ji bo “Roja Têkoşîna li hemberî kuştina jinên pêşeng di asta navnetewî de” diyar bikin û vê rojê bikin roja têkoşînê.

`BI HEV RE JI BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ TÊBIKOŞIN`

Ji bo têkoşîneke hevpar li dijî xeteriyên li ser kuştina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meral got: “: “Taybet jinên li Bakûr û Rohjilatê Sûriyê bi gefan re rû bi rû ne. Gelekî girîng e ku li dijî wê rastiyê têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Ger bi rastî jî em dixwazin pêşengtiya jin di şoreşê, guhartina civakê û avakirina sîstemeke alternatîf de biparezin, xurt bikin divê em bi hev re têkoşînekê bidin meşandin. Ez hêvî dikim ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî xurt di nav xebatên platformê de cih bigrin.”

ANHA

Back to top button