Aborî

Yekemîn xwaringeha xwarinên gelêrî a jinan li Şehbayê hat vekirin

Piştî ku kantona Efrînê hat dagirkirin û şêniyên wê bi zorê ji warên xwe hatin koçberkirin, Desteya Jinan bi armanca ku ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan bike gelek projeyên biçûk pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de, Desteya Jinan a Herêma Efrînê di 15`ê Gulanê de li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê yekemîn projeya xwe pêk anî û xwaringeheke biçûk a xwarinên gelêrî ya efrîniyan bi navê Jiyan vekir.

Endama Rêveber a Desteya Jinan a herêma Efrînê Zelûx Reşîd got desteyê di radeya yekemîn de ji bo birêxistinkirina jinan ji aliyê civakî û aborî ve xebat dimeşîne.

Ev xwaringeh xwarinên gelêrî yên Efrînê pêşkêş dike mîna kufte, lebeniye, riz, burxul, boraniyê, samîsak û şîş birakê ku gelek dem û ked dixwin heta ku tên hazirkirin.

Di xwaringehê de 4 jin kar dikin. 3 jin xwarinan hazir dikin û ya din bi kar û barên derve û lêçûnan re mijul dibe. Her 4 jinan bi rêya xwaringehê debara xwe peyda dikin.

Her wiha xwaringeh servîsên derve bi rêya telefonê jî hazir dikin. Ji saet 7:00`an sibehê heta 8:00`an êvarê kar dikin.

Ya ku vê xwaringehê cuda dike jî nirxên xwarinê yên erzan ku li gorî her kesî ye.

`ARMANCA ME EM DERFETÊN KAR PEYDA BIKIN`

Zelûx Reşîd destnîşan kir ku ew ji projeyê armanc nakin ku qezencê bi dest bixin lê hewl didin derfetên kar ji gelek jinan re bi taybet dayîkan re peyda bikin.

Zelûx di dawiyê de got: “Em hewl didin projeyên baştir pêk bînin da ku aboriya jinan pêş bixin. Heke derfetên me çêbûn em ê karê xwe fireh bikin û projeyên din bi çavdêriya jinan vekin da ku jin ji aliyê aborî ve serbixwe be.”

Karkera bi navê Zêneb Betal jî got: “Em 4 jin kar dikin. Me kar di navbera xwe de bi awayekî birêxistinkirî parve kiriye. Em dixwazin bi vê gavê xwe pêş bixin û xwarinên gelêrî yên Efrînê biparêzin.”

ANHA

Back to top button