Gotar û hevpeyvînSiyaset

‘Têkoşîna jinan a li dijî tundiyê bi xwe re şoreşeke dîrokî anî

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Cîhan El-Hesen got têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê bi xwe re pêşketin û azadî anî. Her wiha destnîşan kir ku hêza jinan rê li pêşiya şoreşeke dîrokî ya mezin vekir ku bi sedan jin tev li têkoşîna siyasî û civakî bûn.

Tundiya li dijî jinan li herêmên dagirkirî yên Sûriyê berdewam e. Ew jî bandor li têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û deskeftiyên ku bi dest xistine, kir.

Der barê mijarê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Cîhan El-Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Li hemberî siyasetên ku li dijî jinan tên kirin, divê jin xwedî rûmet û vîneke xurt bin.”

Her wiha Cîhan bal kişand ser mijara kuştin û destavêtina jinan ên li herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê spî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin û got jin rojane rastî van sûcan tên.

‘HEDEFGIRTINA JINAN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE’

Cîhan wiha domand: “Em bi qîrînên jinan re dijîn, ev yek nayê qebûlkirin. Azadiya rastîn tenê bi rêya sekna li hemberî rewşa heyî û berxwedanê pêk tê.”

Cîhan wiha domand: “Divê em bi rêya birêxistinbûna xwe li hemberî tundiyê, mirin û kuştinê bisekinin. Dewleta Tirk têkoşîna jinan qebûl nake ji ber wê, wê dike hedef û hewl dide wê têk bibe. Ji ber ku têkoşîna jinan rê li pêşiya pêkanîna azadiyê, demokrasiyê, edaletê û wekheviyê vedike.”

Cîhan wiha domand: “Li rex wê jî dewleta Tirk bi rêya gefxwarinê, bikaranînê yanî heqaretê û kêmkirina rêzdariya wê, tundiyê li dijî jinan pêk tîne.”

‘GUHERTINA ZÎHNIYETA SERDESTIYA MÊRAN’

Cîhan piştrast kir ku gelek girîng e zihniyeta serdestiya mêran were guhertin û ev lê zêde kir: “Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiyê dide ku divê zihniyeta serdestiya mêran û pergalên serdest werin guhertin. Ne gengaze ku jiyan bê şoreşa jinan were guhertin.”

Cîhan diyar kir ku zihniyeta serdestiya mêran a li herêmê tundiya li dijî jinan teşwîq dike û kesayeta jinan li Rojhilata Navîn li ser bingeha nezanbûn û xwekêmkirinê ava dibe ji ber wê divê civakê vê rastiyê fêm bike û vê diyardeyê çareser bike.

‘BI SEDAN JIN TEV LI TÊKOŞÎNÊ BÛN’

Cîhan da zanîn ku sedemên tundiyê di civakê de encama çand û xwedîkirina şaş e û wiha gotinên xwe domand: “Têkoşîna a domdar a jinan a li hemberî tundiyê encama azadiya ku bi dest xistiye û pêşketina wê ye. Her wiha hêza wê rê li pêşiya şoreşên dîrokî yê mezin vekir û bi awayekî mezin bandor kir ku bi sedan jin tev li têkoşîna siyasî û civakî bibin.”

Di dawiyê de Cîhan El-Hesen bang li jinan kir ku li hemberî tundiyê bisekinin û tundiyê rawestînin ji ber ku li pêşiya têkoşîna jinan astengî ye û jin bingeha jiyanê ye.

ANHA

Back to top button