Arşîv

Weqfa Jina Azad perwerdeyên pêxistina jinan didomîne

Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi armanca destekdayîn û pêşxistina jinan vekirina proje û perwerdeyên bîrdozî didomîne.

Weqfa Jina Azad a Sûriyê şaxê Girkê Legê ji destpêka damezirandina wê ya di 2017’an de ji bo pêşxistina jinan di aliyê aborî, çandî, civakî û zanistî de, gelek proje pêk anîn.

Weqfeyê di van demên dawîn de 3 perwerdeyên alîkariya yekem (îsafat Eweliyê), durînkarî û çêkeriya porê jinan(kiwefêr) li navendê vekirin.

Têkildarî wê, 22 jin ku li ser du beşan belav bûne derbasî perwerdeya hemşîreyê bûn da ku karibin zarokên xwe li mal derman bikin. Waneyên wan der barê tendurisitya laş, çawa zarokan ji vîrusan biparêzin, lêdana derziyan û naskirin tansyonê de bû.

Her wiha 17 jin tev li perwerdeya durînê bûn da ku fêrî hebkê û nexşkirinê bibin bê ku biçin cem durînkaran. 8 jinên Ciwan jî tev li perwerdeya çêkirina porê jinan bûn.

Nalîn Miho ji şêniyên navçeyê ku fêrî dûrînê dibe wiha got: “Em dixwazin fêrî durînê bibin ji bo ku cilan bi xwe çêbikin û bi malbatê re bibin alîkar.

Weqfa Jina Azad serlêdana gundan dike, perwerdeyan lê vedike û semînerên der barê girîngiya rola jinan di civakê de dide.

Jiyan Osman dayîka 4 zarokan e diyar kir ku ew tevlî perwerdeya hemşîretiyê bûye da ku alîkariya zarok û cîranên xwe bike.

`SALA BORÎ 500 JIN SÛD JI PERWERDEYAN WERGIRT`

Weqfa Jina Azad a Girkê Legê sala borî mîna van perwerdeyan vekir û derdora 100 jin beşdar bû.

Endamên Weqfê bi armanca pêşxistin û bilindkirina asta çandî ya jinan gelek semînerên cûda ji jinên xebatkar û xwendekarên dibistanan re li dar xistin. Her wiha di sala borî de derdora 500 jin sûd ji van perwerdeyan wergirt, perwerde der barê van mijaran de bû Tenduristî, rola jinê di civakê de, xurtkirina jinan ji bo ku di civakê de rol bilîzin, her wiha semînerên der barê exlaq, çand û hunerê de hatin dayîn.

Weqfa Jina Azad ji bo ku asta zarokan jî xurt bike li navçeya Girkê Legê û gundewarên wê 2 baxçeyên zarokan vekirine.

ANHA

Back to top button