Arşîv

Sema Yûce keça ararat

Em Sema Yûce ya dema li girtîgeha Çankakkale dihat girtin de, di 21’ê adara sala 1998’an de bûyî Newroz û di 17’yê hezîrana 1998’an de şehîd bûyî di 23.mîn salvegera şehîdbûna wê de birêzdarî bi bîr tînin. Bi vê wesileyê em berxwedana hemû berxwedêr û çalakvanên gireva birçîbûnê yên ev 200 roje li beramber tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin li ber xwe didin bi rêzdarî silav dikin.

JI BO GELÊ ME Û RAYAGIŞTÎ

Sema Yûce, di sala 1998’an de dema çalakiya xwe pêk anî, konsepta komployê ya li ser hîma îmha û marjînalkirinê ya li hemberî Tevgera Azadiyê û rêberiya wê û her wiha li hember gerîla dihat meşandin têgihiştibû û bi kûrahî hîs kiribû. Çalakiya ku pêk anî, di cehwerê xwe de li hember rastiya kesayetî, rêxistin û seknên kurdên xayîn, hevkar û ji rastiya dijmin qut nabin û ji konsepta komloyê re dibin zemîn bû. Bi wê çalakiya xwe di serî de ji bo jinên Kurd û hemû Kurdan da nîşan ku li hember êrişên xayîntî, nûkerî û dijminane mifteya serkeftin û qezenckirinê sekna Kurdên bi rûmet û azadîxwaz e.  Peyama ku Sema Yûce bi çalakiya xwe dayî; an ku peyama li beramber polîtîkayên êrişkar ên li dijî Kurdan tenê dikarin bi sekna Kurdên bi rûmet û azad bê derbaskirin, îro ji her demê zêdetir derbasdar e. Çalakiya Sema Yûce, bi taybet li hember polîtîka û kiryarên li Başûrê Kurdistanê zerer û ziyanê didin yekîtî û welatparêziya Kurd, ji bo me vexwendina pêkanîna yekîtiya Kurd a demokratik û bi rûmet e.

Sema Yûce di peyamên xwe de dibêje ‘‘Jin çirûskên agirê Kurd ên vemirî ne. Her jina ku bikare ji nû ve ji xweliya xwe bize û bikare bibe çirûska vî agirî, wê bibe raçînera Kurdistanê.” Em li ser hîma vê tespît û baweriya wê ya dîrokî, xwedî angaşta bihêzkirin û mezinkirina şoreşa jinê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê ne. Her ku ev angaşta me mezin dibe û rêxistinbûn qezenc dike, êrişên aqilê mêrê serdest û dewletê jî zêde dibin. Îfadeya vê ya herî şênber, êrişa dewleta tirk bi firokeyên keşfê yên bêmirov di 23’yê hezîranê de li Kobanê-Helîncê li hember rêveberiya me pêk aniye. Di vê êrişê de rêhevalên me Zehra û Hebûn û dayîka me Emîne şehîd bûn. Ev êriş ji hemû cinayet û konseptên êrişên li cîhanê li ser nasname û seknên siyasî yên jinên zana dibin, xwe rêxistin dikin ne qut in. Li gelek welatên cîhanê jinên ku bi zanabûnek polîtîk têdikoşîn li rastî suîkastan tên, bi darizandinên bêmaf re rastî cezayên giran tên, dikevin zindanan û an jî bi kampanyayên reşkirinê hewl tê dayîn ku bên bêbandor kirin.

Wekî Kongra Star bersiva me ya ji van êrişan hemûyan re di şoreşa jinê de israrkirin û têkoşîna xwe ya azadiyê bi sekna rêxistinkirî û polîtîk a jinê domandin e. Ev sekin bi navê hemû jinên Rojhilata Navîn, Jinên Sûryeyî û hemû jinên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dijîn bi têkoşînek bi ked û berdêlên mezin tê meşandin re gengaz e.  Êrişa Helincê ji bo bi paşve gavavêtina me ya ji vê têkoşînê û belavkirina vê sekna me hat plankirin. Roja 12’ê cotmeha 2019’an qetilkirina Hevrîn Xelef, 14’ê cotmeha 2019’an  qetilkirina Dayê Eqîde, di 22’yê çileya 2021’an de qetilkirina Hînd û Seda û îro li Efrînê êşkenceya bi dehan jin tê kirin bi heman armancê ye û armanca van qetilkirinan tevan tinekirina têkoşîn û sekna jinên bûyîn xwedî zanebûna polîtîk e.

23’yê hezîranê roja tevkujiya Helincê ye ku mînaka herî bêperwa ya aqilê mêrê serdest û dewletê ye. Her wiha li herêma me tevkujî û cînayetek a bi destê dewleta tirk a dagirker û bi destên çeteyên dewleta tirk li ser sekna jinên rêxistinbûyî û xwedî zanebûna polîtîk hatî pêkanîne. Em wekî Kongra Star 23’yê hezîranê wekî “Roja têkoşîna li dijî cinayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan dikin hedef” îlan dikin.  Îsal û ji vir û pê de her sal wê roja 23’yê hezîranê di bilindkirina têkoşîna polîtîk de ji bo me bibe roja israr û çalakiyê.

Li ser vî bingehî wekî Kongra Star em kampanaya xwe ya çalakiyan a di navbera 17- 30’ê Hezîranê de didin dest pêkirin. Kampanya me wê bi giranî li gundan bê meşandin. Wê nameyên Sema Yûce û Zeynep Kinaci bên xwendin, semînerên kesayet û têkoşîna wan vedibêjin bên dayîn, sînevîzyon bên dayîna temaşekirin, bajar bi bajar çalaki bên li darxistin, festîval bên çêkirin, pêşangeha wêneyên şehîdên meha hezîranê bê vekirin û komxebata tundiya li ser jinê digire dest bê pêkanîn. Ev çend çalakiyên bingehîn ên kampanyaya me ne. Her wiha kampanya me li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê tên meşandin û hilweşandinên ekolojik bi rengê jinê çalaki pêşxistinê jî digire nava xwe. Li ser vî bingehî wê li hemû bajar, navçe û û bajarokan civînên ku êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û li hember van êrişan berxwedana destanî ya gerîla dinirxînin bên pêk anîn û miting û meş bên organîzekirin.  Dê di roja 23’yê hezîranê li Kobanê, Şehba û Dêrikê merasimên girseyî yên bîranîna şehîdên Helincê bên çêkirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi hêz û rêxistinî tevlî van merasiman bibin. Li hember tevkujiyên ji aliyê dewletan ve li ser jinên ku bi zanebûna polîtîk û nasnameya xwe ya siyasî tên nasîn pêk tên, em bibin yek dil û şoreşa xwe ya jinê biparêzin!

Wekî gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û gelên cihanê  yên demokrasîxwaz û azadîxwaz û hêzên dijberî pergala serdest em kêliyên dîrokî yên têkoşînê dijîn. Di kêliyên wisa de cihek diyarker ê çalakiyên demokratik ên ku bên pêşxistin, cihê her gotina di cihê xwe de hatî kirin, huner, siyaseta demokratik û hemû çalakiyên di çarçoveya xweparastina rewa de bên kirin heye. Em wekî jinên Sûryeyî jî di qonaxek dîrokî re, kêliyên çarenûs diyarker re derbas dibin. Çîrokên bi hezaran qehremanên jin ên li ser vê axê hatîn jiyîn ji me re rastiyekê vedibêjin ku gotina me, çalaki, helwest û biryardariya me ya azadiyê dikare li ser van axan dîrokê binivîse û jiyana azad bi afirîne.  Zeynep Kinacı, Sema Yûce, Dr. Meryem, Hanna ya Reqayî, Hevrîn Xelef, Leyla Agirî, Zehra Kobanê, Sarya Kobanê, Melsa Dêrik… Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku ji bo bi angaşt û biryardariya têkoşînek mezin xwedî li van seknên jinên leheng derkevin, bi awayekî çalak beşdarî kampanyaya me ya em di navbera rojên 17-30’ê hezîranê de li dar dixin bibin.  Em bang li tevgerên jin û ciwanan, tevgerên civaka demokratik û sivîl ên li qada me dikin ku bi awayekî çalak piştgirî bidin kampanya me.

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR

16.06.2021 

 

 

Back to top button