Aborî

Bi armanca pêşxistina aboriya herêmê û pêşketina çanda çandiniyê li herêm ê

Bi armanca pêşxistina aboriya herêmê û pêşketina çanda çandiniyê li herêm , pirojeya malên sergirtî a sebzeyan ya li navçeya Tirbespî a girêdayî abûriya jin beşek mezin ji pêdiviyên sebzeyan ji bo navçeyê û hawirdûrê re dibe alîkar.

di derbarî pirojê de Ahîn Hisên rêvebera piroja DEMSAL wiha axifî :

ji xwe piroja Demsal me ji 2015 ve destpêkiriye, ev 6 salê vê pirojê berdewame. 55 jin di vir de kar dikin. Armanca me ji pirojeya me ku em çandiniya xwe pêş bixin, da ku jin bi xwe mala xwe debar bike û xwe bi xwe fonekî bıde mala xwe. Pirojeya me di destpêkê de gelekî bi çûk bû bi 9 malên bilestîk destpêkir hêdî hêdî pêşket di destpêkê de qebûlkirina jinan kêm bû. zû bi zû nedihatin karê çandiniyê ,di civaka me de tine bû ku jin bi tena serê xwe biçe karê ji derve bike, di wê demê de zilam tenê kar dikirin. hêdî hêdî dîtin ku çawa piroje pêşdikevê çawa berhemekî dide wê demê qebûlkirina jinan zêde bû. wek mînak îsal me piroja xwe gelekî bi pêşxist , beriya niha me sebze kêm diçandin lê îsal me qada erdê mezintir kir . karto , sîr û pîvaz me zêdekirin beriya niha ev tişt me nediçandin . pêşketinek ji vî aliyê de çêbûye . bêhtirî xwe zehmetiyên ku em di pirojê de dibînin ji aliyê tovên sebzeyan û dermanên wan , em gelek zehmetiya dibînin heya em wan peyda dikin , hem bi dolara ne hem jî tiştin ji wan li vir nînin . em kengî bikevin tengahiyekê abûriya jin bi me re dibin alîkar , ji ber fonê karmenda ji berhema pirojê em derdixin .

me îsal nû dikanek di hindir pirojê de vekir , em sebzeyên pirojê giştî dibin wir , gelê herêmê bi giştî tên wir . li dikana pirojê sebze bi erzanî tên firotin . heya niha dikan gelekî pêş dikevê . bêhtirî sebzeyan em li gelê derdor didin , anha sebzeyên me têra gelê herêmê gişî dike. Em dixwazin di demê pêş de em pirojê berfirehtir bikin , em tiştin nûtir deynin mînak em darên fêkî zêde bikin û sebzeyin nû biçînin . di vê demê de piranî jin tên gel me ji bo kar , lê ji bo van jinan em dixwazin derfetên kar ji wan re peyda bikin . em dixwazin piroja xwe hîn pêşbixin hîn berfireh bikin ji bo derfetên kar ji van jinan re bibînin û cihekî xwe di nav me de bigrin . armanca me ku ev piroje di giştî Rojava de belav bibe û bi destê jinê pêşbikevê .

https://youtu.be/aanzHk8yUfs

Back to top button