Siyaset

Vekişandia dewleta turk ji peyama Istembol ê em şermezar dikin .

Menal Mihemed endama navenda têkiliyên Kongra Star :Vekişandia dewleta turk ji peyama Istembol ê em şermezar dikin . wek tê zanîn ku sedsala 21 sedsala tekoşîna jin e , di vê demê de beriya çend rojan turkiyê xwe ji peyama Istembol vekişand wek tê naskirin ku  dewleta turk di aliyên xwe a siyasî de ne mafê giştî û ne mafê jinan dide wek li ser mediya civakî tê diyar kirin ku çiqas tundutujî li ser jinê û li ser giştî gel tê meşandin ji aliyê dewleta turk ve , ev vekişandina ku îro vekişyan tê wateya heqê biryardayînê dide xwe ji aliyê hiqûqî ve , êdî ew heq dide ku şidet li dijî jinan were meşandin û bi yek cer mafê jinan ji holê rabe . dewleta turk rê ji dewletên din re vedike ku ew jî xwe ji peyamê vekşînin û em dibînin ku roj bi roj şidet li ser jinê zêdetir dibe mînakên van bûyeran ber bi çavin ku jina rola xwe di nav civakê de bi awayekî aktîf dilîze û dighêje asta heqîqetê tên hedefgirtin ji aliyê dewleta turk û çeteyên wan ve wek Hevrîn Xelef , Zehra , Hebûn û Yadê Emîne . .

Em wek kongra star tekoşîna me wê her berdewam be ji bo mafê hemî jinan em ê li dijî hemî kojerên jinan derkevin . em dîsa dûbare dikin ku em wek kongra star vekişandina dewleta turk ji peyama Istembol ê şermezar dikin .

Back to top button