Arşîv

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di dema dawî de, gelek bobelatên jîngehî yên ku ji hêla hin kes û aliyan ve tên çêkirin, zêde bûne. Her wiha bobelatên xwezayî yên ku di encama tevlîheviya hevsengiya jîngehê de rû didin, her wekî pêlên germê, zuhabûn, zêdebûna şap û lehiyan, teqîna volkanan, qirbûna gelek cûreyên jîndaran û ji bilî van bobelatan, zêde bûne. Ev yek jî me rûbirûyî sedsaleke tije qirbûn û bobelatên xwezayî dihêle. Di encamê de cîhan tev rastî gefeke seqayî ya pir dijwar tê. Ji ber wê jî em dibînin ku her teknelojîk bi pêş dikeve, bi xwe re rêbazên tundiyê li ser xwezayê zêde dike. Ev yek jî dişibe agirê ku her tişta li hemberî xwe dadiqurtîne. Me dît bê çawa berî çend salan agir bi daristanên Amazonê û ji bilî wê ket. Jixwe tê zanîn ku ew dever rûbera herî guncav e ya ku bi rêya wê erd dikare bêna xwe bikişîne. Sermayedar û pîşesazan got ku ew agirên ku li daristanên Amazon û deverên din pêk hat, di encama faktorên xwezayî de bûn. Wan dixwest bi vê yekê sûcên xwe û şerê xwe yê li dijî xwezayê veşêrin. Jixwe ev dîmenê han bi dawî nebûye û her car bi rêbazekî cuda û armencine cuda xwe dide pêş. Binpêkirinên ku ev çend sal in hikûmeta AKPê li ser xaka Kurdistanê dike, bi zêdebûna dagirkerî û terorîsta wê re zêdetir dibin. Dewleta Tirk êrîşên herî tund li ser bakurê Sûriyeyê  pêk anîn heya gihaşt wê astê ku gele cûreyên daran bibire, di serê wan de darên zeytûnan yên ku temenê wan bi hezarên salan in. Armanca wê jî ew e ku guhertina xaknîgarî û jîngehî li herêmê pêk bîne, cihên şûnwarî û geştiyarî birûxîne û zeviyên çandiniyê bişewitîne. AKPê bi vî awayî pileya herî bilind a dijberiya li dijî jîngehê bi hemû pêkhateyên wê (dar, çem, jîndar û heya tu bigihêjî mirovan) tomar dike

Li herêmên berevaniya rewa, dewleta tirk her roj çiyayan dişewitîne û daran dibire. Di encamê de dibe sedema guhertina xaknîgariyê û hilweşîna jîngeheke ku bi hezaran cure lawir, firinde û giyayan dihewîne. Ev tev jî bandorê li hevsengiya jîngehî dikin. Hikûmeta AKPê li vir ranewestiya, lê belê agir bi daristanên Antalya û Mermerîs û gelek bajarên Tirkiyê yên din xist. Di encamê de zêdeyî 300 agirî xwe berda nav zeviyên Yûnanistan, Kurdistan û ji bilî wan. Bi vî awayî agirê ku naxwazin vemirînin, xwe berda nav bi dehan bajarên bişênî û ew talan û wêran kirin. Vî agirê han bi bandora xwe ya hilweşîner, ne kêmî Koronayê bû ku ji bo hin berjewendiyên aborî û bazirganî bû sedema mirina bi hezaran mirovên bêguneh. Dewleta Tirk bi rêya van agiran dixwaze li şûna wan zevî û daristanên şewitî kargehan ava bike. Ji ber wê me dît bê çawa xwe ji balafirên agirkuj xelas kir û li ser pêşkêşkirina alîkariyan ji hêla dewletên cîran ve erê nekir. Li şûna wê hin aliyên din bi rûdana van agiran tewanbar kirin.

Li ser vê bingehê:

Em weke Meclisa Ekolojîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, kiryar û binpêkirinên dewletên sermayedar û pîşesaz ên derheqê xweza û jîngehê de şermezar dikin. Di serê wan de jî hikûmeta AKPê ya ku di şer û dagikeriya li dijî jîngeh û xwezayê de bêexlaq e. Hikûmeta AKPê bi awayekî pir zêde û li pey hev, çekên kîmawî û byolojîk bi kar tîne. Bi wan çekan sûcên şer li dijî mirovahî û jîngehê pêk tîne. Her wiha em bang li tevahî sazî, rêxistin, çalakvan û partiyên jîngehî dikin; her wiha em bang li tevahî alîyên pabendî parastina mafê jîngeh û seqayê dikin da ku bi berpirsiyariya xwe rabin û parastina hevsengiya jîngehî bikin da ku karibin jîngehê ji guhertinên seqayî yên ku ji hêla terorên jîngehê ve tên pêkaîn, biparêzin. Eger ne wisa be, ev terorîstên ku li pey berjewendiyên xwe yên qirêj ketine, dê vê erdê ber bi qirbûnê ve bibin.

Meclisa Ekolojîk

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

10/8/2021

Back to top button