Arşîv

Dayikên Aştiyê ji bo Efrînê daxûyanî dan

Meclisa Dayikên Aştiyê derbarê êrîşa li dijî Efrînê de daxûyanî da. Dayikên ku bi daxuyaniya xwe êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin bertek nîşanî îtîfaka AKP,CHP û MHP’ê ku li dijî kurdan avakirine dan.
Derbarê Êrîşên li ser Efrînê de ji aliyê Meclida Dayikên Aştiyê ve daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ku li avahiya Meclisa Dayikên Aştiyê ji aliyê Mewlude Ozbekve hat dayîn de Êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û hat gotin ku di hemû şeran de êşa herî mezin dayik dikişînin. Herwiha dayikan bi riya daxuyaniya xwe îtîfaqa AKP, CHP û MHP’ê ku li dijî kurdan ava kirin jî şermezara kirin û ev tişt  gotin: “AKP, MHP û CHP dema ku mijar dibe kurd hemû dibin yek û êrîşî kurdan dikin. Em vê tevkariya nijadperest şermezar dikin.”
Mewlude di baredewamiya axafitna xwe de bal kişand ser êşa ku dayik ji ber şer dikişînin û wiha got: “Em dixwazin ku demlidest ev  êrîşên li ser Efrînê tên kirin bi dawî bibin. Çi karê Erdogan û leşkerên wî li Efrînê heye. Em dayik naxwazin ku şer berdewam bike û cenaze bi ser me de bên. Em bang li hemû dayikan dikin ku li dijî vî şerî têbikoşin.”
Mevlûde herê dawî bang li tevahî gelê kurd jî kir û wiha got: “Bila gelê kurd li dijî vî şer û êrîşê bêdeng nebîne. Ger ku  bê deng bimîn dibe ku sibê tiştekî dine biqewime. Divê em rojek berî rojekê rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Efrîn ne bi tenê ye. Em jî bi Efrînê re ne.”
Back to top button