Arşîv

Berxwedana Efrînê dê di rûpêlên dîrokê de olan bide

 Gelê Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertekên xwe nîşan dan û gotin:”Tank û topên dewleta tirk dê nikaribe pêşiyê li berxwedana me bigire.”
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dike. Lê tevî van êrîşana moralê gel bilind e û berxwe dide. Gelê Efrînê diyar kirin ku ew ji tank û topên dewleta tirk natirsin û ew ê dev ji ax û berxwedana xwe bernedin.
Li ser vê mijarê welatiyê bi navê Kîfayet Ebdo axivî û wiha got:” Tevî hemû êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê û kantona Şehbayê pêk tîne gel bi moralekî mezin jiyana xwe dewam dikin. Çimkî gel natirse û bi moralekî mezin berxwedana xwe pêk tînin. Gelê Efrînê dê  ji hemû cîhanê isbat bike ku Efrîn kela berxwedanê ye.”
Her wiha welatiyê bi navê Zozan Sîdo ya ji gundê Qirnê ya navçeya Bilbilê jî axivî û wiha got:”YPG-YPJ alîkariya me dikin û em jî bi wan re xwe diparêzin.”
Fatme Muhemed Elî ya ji pêkhateyên ereb jî wiha got:”Dewleta tirk sîvîlan qetil dike. Lê em natirsin û em ê Efrînê biparêzin.”
Ji aliyê din ve jî  welatiyê bi navê Xanim Dede wiha got:” Tu  mafê dewleta tirk tuneye ku êrîşî Efrînê bike. Dewleta tirk dê nikaribe gelê Efrînê têk bibe.”
Back to top button