Arşîv

Kongreya Star banga rawestina komkuiyên li Efrînê kir

 Koordînasyona Kongreya Star derbarê binpêkirina dewleta Tirk biryara Konseya Ewekariyê ya agirbestê û komkujiyên ku li derheqê sivîlên li Efrînê têne kirin daxuyaniyeke weşand û bang li cîhanê kir ku komkujiyên ku li Efrînê têne kirin, rawestîne

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî biryara agirbestê ji bo tevahî Sûriyê ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye îlankirin, dewleta Tirk a dagirker êrîşen xwe li hember sivîlan li Efrînê zedetir kiriye û komkujiyan pêk tîne. Herî dawî li Cindirêsê û Racoyê di encama êrîşen hewayî li ser niştecihên, li gorî agahiyan 20 sivîl (3 jê zarok) hatine qetil kirin. Em wek Kongra Star van erîşan  Dewleta Tirk a  faşîst şermezar dikin û banga hestyariyê dikin.

Hemû çete bûne yek û îtîfaqên  xwe yên qirêj pêk tînin

Ev 45 roj in ku dewleta Tirk a faşîst li ber çavên cîhanê jenosîtê li Efrînê dimeşîne. Bi hemû hêza xwe ya hewayî û bejayî û bi hemû bermahiyên çeteyen DAİŞ, El Qaîde, El Nûsra û Arteşa Azad erîşên hovane li hember hemû gelên Efrînê pêk tîne. Dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navnetewî dixwaze gelê Kurd ji cih û warên xwe yên dîrokî, çand û nirxên xwe ve tune bike û çeteyên xwe li vir bi cih bike. Diyar e ku di serî de Rûsya ji Idlibê heta Cerablûsê beşeke girîng ji xaka Sûriyê ji Dewleta Tirk re veqetandiye û rê dide li Efrînê çete werin bi cih kirin. Îdîaya wan a Sûriyekê yekgirtî diparêzin û çareseriyekê siyasî dixwazin peş bixin ne rast e. Lê ev 45 roj in ku gelê Kurd, Ereb, Tirkmen hemû gelên Efrînê bi îradeyekê mezin cih û warên xwe naterîkinin û bi biryarin ku heta dawî li berxwe bidin.

Li ber çavên cîhanê komkujî pêk tên!

Çavên hemû cîhanê li ser berxwedana Efrînê ye. Hêzên desthilatdar ên navnetewî li bende ne ku bi van êrîşên hovane gelê Efrînê teslîm bibe û cihên xwe biterikîne. Li hemberî vê gelên cîhanê û jinên cîhanê di berxwedana Efrînê de hêviyekê mezin ji bo peşerojekê azad û demokratîk dibînin.

Li ser ve esasê em bang li hemû gelên cîhanê û jinên cîhanê dikin ku piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê bilind bikin. Pêwîste hemû saziyên sivîl, Neteweyên Yekbuyî, UNICEF, Parlamentoya Ewrupa û saziyên navnetewî li hember jenosîta ku li Efrînê tê meşandin bisekinin.”

 

Back to top button