Arşîv

Em pêşengên meşa azadiya jinê ne

– Li Efrînê bi hezaran jin beşdarî mîtinga 8’ê Adarê bûn û gotin:”Em pêşengên meşa azadiya jinê ne.”
Mîtînga 8’ê Adarê ya li Efrînê bi tevlîbûna hezaran jinî hat lidarxistin. Bi minasebeta 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jinên ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê beşdarî meşê bûn. Jinan di meşê de posterê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên jin û xort ên di şerê li Efrînê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyê Sakine Cansiz, Arin Mirkan, Avesta Xabur hilgirtin.
Hevseroka Meclîsa Avakar a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf axivî û wiha got:”Li Efrînê ev 48 roj in ku gel li ber xwe didin û pêşengê vê berxwedanê jî jin in. 8’ê Adarê ji bo jinan roja serîhildanê ye.”
Endama Koordinasyona Kantona Efrînê ya Kongreya Starê Murşîde Reşîd jî wiha got:”Di şexsê Avesta û Barînan de li Efrînê Berxwedana Serdemê didome û em vê berxwedanê slav dikin. Em ji niha de bi ser ketin.”
Çalakiya 8’ê Adarê di bin dengên top û tankan de dewam kir.
Meşa 8’ê Adarê piştî axaftinan bi dawî bû.
Çalakiyên 8’ê Adarê dê bi beşdarbûna 200 jinên ku ji bo piştgiriyê hatibûn Efrînê sibehê jî berdewam bikin.
Back to top button