Arşîv

Jin bingeha çanda resen e

Kevana Zêrîn di pêşxistina çand û hunera resen ya kurdî de roleke girîng dilîze. Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn Rûken Cûdî diyar kir ku ew ji despêka vekirina navendê û ta niha kar û xebatên xwe bê navber didomînin. Rûken da zanîn ku koordînasyona wan ya ji 7 kesan pêk tê hatiye avakirin û ev koordînasyon li ser asta Bakurê Sûriyê xebatên xwe bi rêve dibe.

Di berfirehkirina qada çand û hunerê de, gelek navendê çand û hunerê yên gund û bajaran hatin vekirin. Di her qadê de jî jin bi roleke esasî radibe û kar û xebatên xwe jî dide meşandin.
Navenda kevana zêrîn ya jinan ku di Hezîrana 2017’an şaxê xwe yê bajarê Qamişlo vekir, kar û xebatên çandî bê navber didin meşandin. Li ser kar û xebatên navendê Endama rêveberiya kevana zêrîn Rûken Cûdî anî ziman ku jin bingeha çand û hunera resene û wiha got: “Ji bo îsbatkirina jin di hemû qadan de, kevana zêrîn jî bi çand û hunera jin mijûl dibe û perwerdeyan li ser wî esasî dide meşandin.”
LI SER ASTA BAKURÊ SÛRIYÊ DIXEBITIN
Endama rêveberiya kevana zêrîn Rûken Cûdî anî zima ku ew ji despêka vekirina navendê û ta neha kar û xebatên xwe bê navber didin meşandin û wiha got: “Meclisa kevana zêrîn a ser asta Bakurê Sûriyê ji 7 kesan pêk tê, 5 ji herêma Cizîrê, yek ji herêma Efrîn û yek ji herêma Kobanê hate avakirin. Ji ber ku hind bajar valatî tê de hene ev meclîsa ser rêxistin û perwede kirina jinan disekinin. Rojana û heftana perwerdeyên fikrî û çandî têne kirin, her wiha perwerdeyên hunerî û kesayetî jî li navendê têne meşandin.”
AFRANDIN HER DEM BERDEWAME
Rûken bi bîr xist ku ew ji bûna rojên taybet her dem perwerdyên xwe didin meşandin û wiha got: “Ji bo rojên taybet û li gorî rojê ku her bajarek qoordînasyonên me hin çalakiyên hunerî wek kevana zêrîn jî beşdar dibin û her dem bi rengê jinan tê xemilandin.”
JI BÛNA ZAROKAN AMADEKARÎ
Rokan anî ziman ku têkiliyên wan bi KPCD re hene ji bûna werza havînê û wiha got: “Ew ciwanên dibistana navîn piştî bi dawî bûna demsala xwendinê ji bo ku ev şagirt û ciwan valatî jiyan nekin emê xwe bighînin wan, li gorî wê jî navê wan qeyd dikin û emê li kavana zêrîn perwerdeyên exlaqî, fikrî û hunerî bidin. Armanca me jê ku ew valatî bi rengekî êrînî û rast bêne dagirtin. Her wiha ji bo bi dawî kirina dem sala dibistanan em wek kevana zêrîn ji nehave amadekariyê şahiyan ji bo moral û serkeftinas şagirtan li darxin.”
JI BO RÊBER
APO PÊNGAV
Endama rêveberiya Kevana Zêrîn Roken Cûdî di dawaiyê de anî ziman ku ji ber em bi saya fikir û felsefeya serokatî gihştine vê aste, me hemleyek ji bûna serokatî jî da meşandin û wiha gotina xwe bi dawî kir: “bi organîzekirina bi Kongreya Star re me di meha sibatê de hemleyek di bin duruşmeya “Her kêlî bi Rêber APO re jiyan kirin” nêzî 10 hezar name li ser asta herêma cezîrê hatin komkirin. Têde her kesek nameyekê ji serokatî re dinivîsîne û hestên xwe tînin ziman.”

Back to top button