Gotar û hevpeyvîn

“Dewleta tirk di siyaseta xwe ya hundirîn de îflaskiriye û êrîşî derdor dike”

Endama Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed têkildarî rewşa êrîş û pilanên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û got: “Hewceye em li hember pilanên dagirkeriyê şiyar bin.”
Dewleta tirk di vê dema dawiyê  de dîsa gef û êrîşên xwe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca dagirkeriyê nû dike. Her wiha ji 23’ê Nîsanê de êrîşî Başûrê Kurditanê dike. Têkildarî nirxandina van mijaran Endama Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed axivî
Menal ji bo êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê got: “Dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê dike, armanca van êrîşan jî ew e dewleta tirk bibe xwedî qezencên mezin di Başûrê Kurdistanê de. Di encama siyaset û pilanan de dixwazin destkeftiyên kurdan di Kurdistanên de ji dest wan bigirin û li hevdu belav bikin. Rêbazên herî qirêj ji bo tunekirina kurdan bi kar tînin. Bi sala ye dewleta tirk dijminatiya kurdan dike, ev mijareke ne nû ye û em hemû di ferqa wê dene , lê ya girîng heya kengî wê ev dijminatî dewam bike û cîhan li kiryarên qirkirina gelê me temaşe bike?.  Heya ku destwerdanên dewletên derve di herêmê me de hebe guhertinên cidî di mijara rawestandina dagirkeriya dewleta tirk de wê nebe, ji ber hemû dewletên derve dewleta tirk weke amûrekî ji bo mayinde ye bercewendiyên xwe bikar tînin. Niha gelek cih li Başûrê kurdistanê bin dagirkeriya dewleta tirk de ne û zêdetirî 80 baregeh û kompên îstîxbaratî yên Tirkiyê li wir hene.  Metirsiya qirkirina gelê Başûrê Kurdistanê heye, ji ber dewleta tirk ne li ser tu esase ye û siyaseta wê li kur vede ew dibe beşek ji dagirkeriya wê. Heman êrîş li ser herêmên Parastina Medya jî heye bi hêcnetên cuda dixwazin Tevgera Azadiyê tesfiye bikin û rehet Kurdistanê dagir bikin.”
Back to top button