EkolojîGotar

BI CIVAKEKE EXLAQÎ Û POLÎTÎK JIYANÊN EKOLOJÎK

Pêwîstiya Tevgera Ekolojîst weke tevgera femînîst, bi zelalbûneke bîrdozî ya mezin heye. Divê rêxistin û çalakîbûna xwe ji kuçeyên teng ber bi tevahî civakê, bi taybetî ber bi civaka çolterê, çandinî û gund ve bibe. Ekolojî esas ji bo çolter, civaka gund û çandiniyê, tevahî niştecih û koçeran, ya bêkaran û jinan rênîşanera çalakiyê ye.

Sosyolojiya Azadiyê, Rêber APO

SEMA AMED

Di roja me ya îro de pirsgirêka ekolojiye bûye yek ji pirsgirêkên herî dijwar a bingehîn a civakê. Bi pêşketina şaristaniya bi desthilatdariya mêr, di civakê de gelek pirsgirêkên mîna azadî, zîhniyet, aborî, jin, ol û hwd. derketine. Lê tu dinihêrî di civaka dîrokî ya heta ku kapîtalîzm pêş ket de, pirsgirêkeke wiha û jixwe di vê astê de tune ye. Wisa be em li bersiva pirsa “Bi taybetî heta pêşketina kapîtalîzmê çima pirsgirêkeke wiha tune bû lê hema pêre dest pê kir?”bigerin ji bo em bi despêkeke rast bikevin mijarê wê di cî de be. Di heman demê de ji bo bersivên werin dayîn jî wê wateya ji cihê rast despêkirinê jî bide.

Heta dema ku kapîtalîzm pêş ket mirovahî xwezayê zindî û organîk didît. Tu lêgerîn an jî tevgereke ku xwezayê bigirin bindestiyê, tehakumê jî tune bû. Xweza, bi her awayî mîna dayîkeke ku mirovahiyê xwedî dike û çavkaniya bingehîn dihat zanîn. Li gor wê nêzik dibûn, hilberîn zêdetir bi axê ve girêdayî dihat kirin. Berhemên ku niştimanê dida, têr û sertêrî xwedîkirina mirovahiyê dikirin. Pîşekarî, sinetkarî jî weke pîşeyên hin komên beşeke civakê debara xwe pê dikirin, bi vê hilberînê re pêş diket. Lê zêdetir destekê didan hilberîna ji axê tê, wê hilberînê rihet dikirin û berhemên wê dinirxandin (dihêran, dipehtin, amûrên kar û hwd çêdikirin).

Jiyan bi tevahî li ser axê, li derdora xwezayê berdewam dibû. Hesabên demsal, meh, roj û şevan li gor çandiniyê dihatin kirin. Cejn, pîrozbahî, zewac li gor bereketa xwezayê dihatin lidarxistin.

Ji civakê beşeke biçûk, dest datanîn ser berhemê zêde û dixwestin zêdetir karê bikin. Jixwe desthilatdarî jî bi piranî li ser vê destanîna, kedwxariya ser berhemê zêde pêş ket. Bi tevahî berhemên jinê şaristanî hat avakirin.

Bi pêşketina kapîtalîzmê re zanist û teknîka wê jî bi lez û bez pêş ket. Di zanistên pozîtîf ku pêşengtiya wan R. Bacon û R. Desartesan dikirin de pêşketinên dêwasa û pêşveçûnên teknolojîk hatin jiyankirin. Li ser navê keşifkirina razên xwezayê êdî li ser xwezayê tehakum dihat pêkanîn. Bi serketina vê zîhniyetê re jin jî bi derbeyên kuştinê re rû bi rû ma. Di bin navê nêçîrên cadûyan de bi sedhezaran jinên zana, hekîm (beşek ji yên hatin qetilkirin jî mêr bûn) hatin qetilkirin. Her wiha, zanista ku di tevahiya dîrokê de di pêşengiya jinê de pêş ket êdî diket bin yekdestî û desthilatdariya mêr.

Piştî ku rêbaz û rêzikên (daxistin-lêvegerandin, li ser xeteke rast pêşveçûn, nêzikahiya tiştên bêgiyan, gelemperîkirin) zanistên pozîtîf ên weke fizîk, kîmya, matematîk, kîmya û biyolojiyê li ser zanistên civakî yên mîna dîrok, felsefe, huner, psîkolojî, civaknasî û hwd hatin pêkanin zanist êdî bû zanistperestî. Pozîtîvîzma ku mirov û her tiştên di xwezayê de weke tişt û serkirde ji hev veqetandin, mîna kabûsekê li ser zîhniyeta mirovahiyê rûnişt.

Mîna bîrdoziyên bingehîn ên kapîtalîzmê; netewparêzî, olparêzî, dewleta netewî û endustriyalîzm, bûn bîrdoziyên qirkirin û qetilkirina mirov û dayîka wê ya xwezayê.

Pêşketina zanist û teknolojiyê endustriyê jî pêşde bir. Hilberîna ji axê, cihê xwe ji teknîkên hilberîna fabrîke û karxaneyan re hişt. Sermayedar û beşek arîstokrat bûn çîna burjûva, bajarî û bi pêşketina bi lez û bez a endustriyê re xwestin karên zêde zêde bi dest bixin. Burjûvayên ku pêşengên çînî yên avakirina endustriyalîzmê bûn bi yekdestdariyên mezin, hespê kapîtalîzma wehşî rakirin bezê.

Piştî ku hilberîn bi tevahî di fabrîkeyan de hat kirin bajar, ji bo gelê kedkar û xizan ku li gund û çolê tu debara wan nemaye, bûn mekanên balkêş. Di nav deh salan de, şêniyên bajaran ji sedhezaran gihîştin milyonan. Her wiha, diyardeya bajarîbûnê li ser dika dîrokê xuya bû. Bi awayekî dijwar texrîpkirina xwezayê jî li vê demê rast tê.

Bîrdoziya Lîberalîzmê ku kapîtalîzmê li ser piyan digirt, bû ew bîrdoziya berdilê yekdestdariyan ku di rêya berjewendiyên xwe yên şexsî de hemû mirovahî û xwezayê texrîb dikirin, tune dikirin. Beşeke biçûk, yekdestdar, ku hêrsa karê çavên wan kor kirine tu rêgezeke exlaqî li ber çav negirtin. Xwezayê bi awayekî wisa texrîb kirin ku careke din vegera wê tune be, nikaribe were ser xwe.

Li ser navê bidestxistina madeyên xam li cîhanê tu dereke pê neavêtibinê, dagir nekiribin nehiştin. Qadên daristanên fireh hingî darê wê birîn kirin çol û hiştin. Bi bermahiyên kîmyewî yên bi jehr ku ji fabrîkayan hatin berdan çem, rûbar û derya, avên binerdê qirêj kirin. Her zindiyên ji van ava xwedî dibû, tîna xwe dişkand ji van jehran para xwe girtin.

Heta niha, di xwezaya dîrokî de tenê karesatên xwezayê yên mîna qeşa, hişkesalî û lehiyê cisnê çend celeban biriyabû. Lê piştî ku kîmyasal di hilberîn û dermankirinê de (bi taybetî di çandiniyê de) hatin bikaranîn nifşên bi dehan, bi sedan kêzik, masî, kurmik, çivîk û hwd. hatin birandin, koka wan hat qelandin.

Dermanên kîmyewî yên ji bo zindiyên mîna kêzik û kurmikên zirarê didin çandiniyê werin tunekirin, di tevahiya xwezayê de bermahiyên bijehr hiştin. Hem jî ev derman tenê ji bo demekê bi kêrî tunekirina van zindiyan kiribû. Piştî demeke kin, ev kêzik û kurmik, li hember van dermanan parastina xwe pêş xistibûn jî.

Kîmyasala DDT’ê li ser bedena mirov zirarên mayînde dihêlin û li gelek herêmên hatine bikaranîn ahenga xwezayê pir cidî xera kirine. Di 1962’yan de ev kîmyasal, li Emerîkayê hatiye qedexekirin. Lê heman kîmyasalê li welatên ku li gor zîhniyeta serdest a Rojava mîna ‘Welatên Cîhanê yên Sêyemîn’ tên dîtin û nirxandin bi serdestî tên bazarkirin. Ev (qaşo) derman li Kurdistan û Tirkiyeyê heta salên dawîn jî di malan û qadên berfireh ên çandiniyê de bêkontrol dihat bikaranîn. Mirov dikare vê mînaka (bûyerê) biçûk û balkêş ji bo polîtîkayên yekdestdariyên dermanan ên ku bi hêrsa kara pir zêde tendirustiya mirov û xwezayê li ber çav nagirin nîşan bide.

Xwezaya ku ahenga wê serûbin kirin bi hişkesalî, çolbûn, lehî û firtoneyan li me vegerî, ya rastî heyf û tola xwe ji me digire. Êdî dem bi dem xela radibin û bi hezaran mirov ji birçîna dimirin. Di bingeha xwe de hemû jî encamên polîtîkayên welatên emperyal in.

Pêwîst e mirov diyar bike ku pirsgirêka ekolojîk, bêguman bingeha xwe tenê ji endustriyalîzmê nagire. Yekdestdarî, weke serlîstikvanê pirsgirêkê li ser dika dîrokê bi rola xwe radibin.

Ev dîrokçeya kurt û cehwerî ya ‘pirsgirêka ekolojîk’ ku di serê pirsgirêkên civakî de tê, ji bo fêmkirina bergeha pirsgirêkê weke kurte hat pêşkêşkirin. Çawa ku xwezayê zengila felaketê lêda, beşên hestiyar, demokrat, renwşenbîr, entelektuel, anarşîst û femînîst li hember vê tabloya xeternak pirsgirêkê mîna ‘pirsgirêka ekolojîk’ pênase kirin. Her wiha pirsgirêka Ekolojîk di rojeva cîhanê de cihê xwe girt û du sed salên dawîn, bû yek ji mijarên bingehîn a hema bêje tevahî zanistên civakî.

Tevî ku di warê felsefîk de bûye mijara analîzên gelek berfireh û daneheveke zanîneke entelektuel a zêde heye jî, heta roja me jî, hê pêşî li qetlîamên li ser xwezayê yên bi destê yekdestdariyên şaristaniyê tên kirin nehatiye girtin. Hewldanên heyî pir kêm in û ji çend sererastkirinên hiqûqî wêdetir naçin. Çi rêbazên zanistên civakî yên parçeyî digirin dest ku bingeha xwe ji çavkaniyên Rojavayî digirin, çi jî aliyê teorîk jiyanîkirin, çalak-kirin ji ber ku kêm û bisînor dimînin nikaribûne bandora jê bidin vegerandin jî bidin avakirin. Rêber Apo di Sosyolojiya Azadiyê de dibêje; “… heta ku jiyana di lîtava endustriyalîzmê de neyê lêpirsînkirin û dev jê neyê berdan têkoşîna ekolojîk nayê meşandin. Ger em nexwazin trajediyên Xristiyaniya nû, Îslamiyetê û sosyalîzma reel bijîn, em divê ders jê derxin û têkoşîna zanistî, bîrdozî, exlaqî û polîtîk rast bigirin dest.” Bi vê destnîşankirinê dixwaze rêbazên herî bibandor ên têkoşîneke rest pêşkêş bike.

Bi rexneyên berfireh ên li ser zanistên civakî Jineolojî, bi îdeaya avakirina felsefe, huner û zanista jin û jiyanê de ye. Di vî warî de yek ji pirsgirêkên civakî yên bingehîn Ekolojiyê jî di wateyeke berfireh de digire nav rojeva xwe ya lêkolîn û têkoşînê. Li dijberî bajarbûniyê, bajarên eko, li dijî endustriyalîzmê endustriyalîzma eko, li dijî teknolojiya robot faktora mirov, bi pêşniyarên xwe yên civaka exlaqî û polîtîk, komunal, di qada entelektuelî û jiyanî de hê ji niha ve ji bo cihê xwe bigire xwedî argumanên xurt e.

Em di wê baweriyê de ne ku tevahîbûna zanistên civakî were esasgirtin, bi taybetî jî bi şîroveyên felsefîk ên zanistên etîk û estetîkê, perspektîfên werin bidestxistin, wê têkoşîneke ekolojîk bikaribe encamên herî bi bandor bigire. Civakeke ne exlaqî û polîtîk be tê wê maneyê ku pêşeroja xwe ji dest yekdestdariyan re hiştiye. Civakeke derbarê rêvebirin, xweza, av, hewa, xwarin û vexwarina civaka xwe de xwedî fikir nebe û di vî warî de nekeve tevgerê, helwestên tund û pêwîst daneyne wê tune bibe. Ji ber ku civakeke mekanê wê tune be wê çawa bijî?

Ked û fînansa ji bo jiholêrakirina encamên pirsgirêkên ekolojîk tên xerckirin di çareserkirina pirsgirêkê de werin bikaranîn wê zêdetir bikevin xizmeta çareseriyê. Lêkolînên li ser pençeşêrê tên kirin ji bo vê mînaka herî balkêş e. Bajarbûna ku sedema herî girîng a pençeşêrê ye veguherînin bajarên eko wê bi giranî bikaribe pêşî li pençeşêrê bigire.

Jina ku bi ax, nebat, sewal û hilberîna çandiniyê re jinûve bigihê hev wê bikaribe civaka xwe jî ber bi rizgariyê ve bibe. Bi îstîhdama eko wê di civakê de pirsgirêkeke mîna birçîbûn û bêkariyê jî nemîne.

Rastiyeke pir balkêş e ku di civakeke ku jin têde wekhevî û azadiyê nejî, nikaribe siyasetê bike de wê pirsgirêkên ekolojîk kronîk bibin û bibin cinawir û civakê jî ber bi tunebûnê ve bibin.

Akademiya jineolojî

Back to top button