DaxuyanîEkolojîNûçe

Nirxandinên Rê,ber Abdu,llah Oc,alan ên têkildarî ekolojiyê hatin xwendin

Platforma Jinan a Ekolojiyê ya Rojava nirxandinên Rê,ber Abdu,llah Oc,alan ên têkildarî ekolojiyê xwendin. Platformê ragihand ku dê her çarşemê çalakiyan li dar bixe.

Platforma Jinan a Ekolojiyê ya Rojava têkildarî negirtina agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan, nemaze piştî erdheja ku li Tirkiyeyê rû daye, di 6`ê Kanûnê de daxuyaniyek dabû. Platformê di daxuyaniyê de aşkera kiribû ku ew ê heta mehekê her çarşemê çalakiyan li dar bixe.

Îro li Baxçeyê Helebce yê li Qamişloyê bi beşdarbûna endamên platformê, endamên Kongra Star û saziyên jinan li herêmê notên ji hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hatin xwendin. Nivîs ji aliyê endama Platforma Jinan a Ekolojiyê ya Rojava û endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.

Notên ji hevpeyvînên têkildarî ekolojiyê yên di navbera parêzer û Rêber Abdullah Ocalan de wiha ne:

“A. Ocalan: Ez li dijî têgihiştina desthilatdariyê ji Gilgamêş heta Bush im. Ez hêza siyasî wekî dîroka dewlet û demokrasiyê fam dikim. Ez ji demokrasiyê re dibêjim berxwedana çand û gelan a li dijî dewletê ya di dîrokê de. Têgihiştina min a demokrasiyê mafên mirovan û humanîzmê dihewîne. Ez li ser esasê pirsgirêka ekolojî û jinê me. Têgihiştineke bi vî rengî ya demokrasiyê bikin perspektîfa bingehîn a demokratîk. Dibe ku îdeolojiya ji nû ve avakirinê li ser vê bingehê be. Dibe ku ew bernameya wî be. Divê parazname min bi tevahî ji nû ve bê nirxandin. Arasteya xwe ya siyasî li ser vê bingehê dikare were xêzkirin.

Parêzer: (Murray Boockhin, nivîskarê pirtûka Ekolojiya Azadiyê, dibêje ku ew we dişopîne û pir girîngiyê dide dîtinên we yên li ser şaredariya azad, wî diyar kir ku ramanên wî, mîna yên we, bi awayên cûrbecûr hatine tecrit kirin û heke fersendek çêbibe ew di pêşerojê de difikire ku bi we re têkilî daynin).

A. Ocalan: Bi vî awayî! Silavên min bidin wî. Bêjin ez ji te û Wallerstein hez dikim. Michel Foucault û Fernand Braudel jî ne xerab in. Dibêjin haya Ocalan ji we heye. Dibêjin ew xwendekarê te yê baş e. Parazname min niha jê re bişîne. Di wan sê-çar pirtûkên ku min xwendin de hinek kêmasî hebûn. Ez ramanên wî pêş dixim û dişopînim çavê we li paş nemîne. Ji wî re nameyek binivîsin. Dudilî nebin, em ê fikrên we li Rojhilata Navîn bigihînin serkeftinê. Ez ramanên we hêja dibînim.

Parêzer: (Di heman demê de, hin antropologên Amerîkî bi rastî ji Sumerolojiya ku we bi teorîkî derxist pêş hez kir. Ew dibêjin ku ew nikarin di derdorên akademîk de bigihîjin van encamên rast.)

A. Ocalan: Min hewce kir ku hin hûrgulî bikim. Ger ew pirtûkek zanistî bûya dê cûda bûya. Parazname min a dawî dê bandorek li seranserê cîhanê bike. Bêjin Ocalan xeteke ku ji Marx wêdetir bi serketî qedandiye. Dibêjin ku wî rêyek ji sed û pêncî salên xirecira Marksîzmê dît. Bêjin, hûn dikarin ji vê yekê pir kêfxweş bibin. Kurdistan di vî warî de qada herî baş e. Wekî din çi heye?

Parêzer: Di parêznameya xwe de wisa dixuye ku we mîsyoneke pir cuda ji têgeha hêza(misyon) erênî ya Foucault re daye. Foucault têgeha hêza pozîtîf keşf kir, lê wî nekarî fonksiyona vê têgehê di dîrok, felsefe, civaknasî û siyasetê de bi tevahî fêm bike û ne jî çavkaniya vê têgehê bi tevahî fam bike. Lê hûn dibêjin ev feraset ji nava civaka xwezayî derdikeve holê û wê di nava Civaka Ekolojîk a Demokratîk de weke şeklê desthilatdariyê bixebite.

A. Ocalan: Min têkiliya dewleta hiyerarşîk û civaka xwezayî baş çareser kir. Ez dikarim di pêşerojê de van bêtir berfireh bikim. Di nava ya te ji û her kesî de bermahiyên biçûk ên civaka xwezayî hene.

Parêzer: (Nietzsche carekê behs kiribû ku Sokrates Aqilê Analîtîk ku hişê rojavayî temsîl dike, xiste bingehê felsefeya xwe, lê aqilê hestîyar ku hişê Rojhilatî temsîl dike, bi tevahî kuşt. Ji ber vê yekê Nietzsche dibêje ku felsefeya Sokrates felsefeyek mirî û pir ne têr e, ji ber ku ew li ser bingeha aqilê analitik ye. Ji ber vê yekê Nietzsche ji bo vejîna aqilê hestyarî ya rojhilatê Mezopotamya ku Sokrates kuştiye “Wusa gotiye Zerdüşt” nivîsiye. Bi qasî ku ez têdigihim hûn aqilê rojhilatî, aqıle hestyarî vejînin û bi aqilê rojavayî yê analîtîk re wekhev bikin. Li ser vê yekê ger îro Nietzche sax bûya dê bigota “Apo wiha got”.

A. Ocalan: (Dikenî) Ne wa ye? Nietzsche fîlozofekî pir girîng e, ne mirovekî basite. Girîngiyek mezin dida Rojhilat. Nivîskarekî hêja ye. Bi rastî, min kevneşopî baş anî. Xala ku ez gihîştim pir baş e. Di siyasetê de jî wisa ye. Min têkiliya felsefe û çepgiriyê baş fêm kir. Min bi taybetî têkiliya di navbera aqli hestyarî û aqli analîtîk ku te behs kir baş danim hole. Lê ew dikare kûrtir be. Divê ev bi baldarî were xwendin. Ger gelê me xwe rexne bike, divê baş fêm bike û li ser vê bingehê bide. Ez difikirim ku xala ku ez gihîştim girîng e. Hêza min heye. Ez dikarim kûrtir bikim ji.

Pêdivî ye ku bi zelalî têkiliya di navbera aqli hestyarî û aqli analîtîk de were danîn. Divê her kes vê yekê baş fêm bike. Min van li gor jiyana xwe nivîsî, lê wan fêm nekir.

Ew ne tenê jiyana min e. Ji Sokrates bigire heta hemû alimên hemû alim û feylesofan parçeyek ji jiyana wan heye. Ev berhemên jiyana tirsnak in. Min jenosê zanistê girt. Min di kuantum û kozmosê de çêbûna zanistê jî eşkere kir. Min geşedanên baş çareser kirin.

Min got kampanyaya dara berû(bellut) çekin. Min got, her tiştî bikin darên berû (bellut). Çiya, kevıran û her cî kesk biken. Şoreşa sedsala 21. ekolojîk e. Ji ber vê yekê ez nêzîkî Boockhin bûm. Marks û Lenîn li ser kapîtalîzma îndustriyal ava bûn. Em xwe dispêrin sîstemeke ekolojîk, demokratîk, civakî. Newekheviya zayendî dê hilweşe. Di van sê tiştan de civak wê nû bibe. Ez vê yekê ji we re pêşniyar dikim: Teorî, pratîk bixwînin. Kes nikane bêje dare berû(bellut) neçînin.

Ez ê azadiya jinê bi rêxistin bikim. Ez ê jinê perwerde bikim. Ev jî xwedî wateyeke pir pratîkî ye. Ez ê jinên bi heybet di malên jinên azad de mezin bikim. Ez nabêjim stargeh, ez dibêjim malên azadiyê. Jin di van malan de fêrî her tiştî dibin, civakî, perwerde, huner, wênesaziyê; Paşê dibe mirovekî azad.

Werin em li ser bingeha xwedawenda jinên bi heybet biafirînin. Bila bi sedan keçên me yên ciwan werin û perwerde bibin. Li şûna ku jinan biçûk bixin, jin perwerde bikin da ku bi mêran re azad û wekhev bin. Tu keçikeke belengaz bigirî û bide kalekî heftê salî. Hûn qaleng digirin, paşê hûn dikujin. Hûn ji vê re dibêjin adet û taqalide. Ev tişta herî xirab e. Ev çanda mêr li ser jina cahil e.

Parêzer: (Pirtûka M. Bookchin ya bi navê Felsefeya Ekolojiya Civakî di destê wî de bû).

A. Ocalan: Nêrîna min zelal e, sosyalîst û demokratîk e. Ger derfeta min hebûya, ez ê ji Marks çêtir kapîtalîzmê analîz bikim. Ez dikarim ekolojiyê ji Bookchin çêtir û pergalên siyasî ji Wallerstein çêtir analîz bikim. Dawiya neteweperestî û ramanên din tune ye. Fikrên min dê ber bi serkeftinê ve biçin, pêşeroj geş e. Ya mayî nakokî û xwîn e. Min di roja aştiyê de ev gotin. Ji ber vê yekê min van fikrên xwe weke tevkariyeke mezin a ji bo aştiyê pêşkêş kir. Ka em tiştên din ên ku hûn dibêjin bigirin.

Min di parazname xwe de fikra xwe ya civakek ekolojîk eşkere kir. Ji civaka ekolojîk re dibêjin xwezaya yekem û duyemîn. Xwezaya duyemîn civak e. Boockhin dibêje xwezaya azad. Wî jî ji Hegel girt. Ew jî jê re dibêje xwezaya yekem, duyemîn û sêyemîn. Xwezaya sêyemîn xwezaya azad e. Bi awayê tez, antîtez û sentez. Min ew ji bo Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê adapte kir.”

Back to top button