DaxuyanîEkolojî

Rakirina Tecrî,da Li Îmraliyê Erka Hemû Mirovahiya  Ku Li Azadiyê Digere

Ger Em Bi Fîzîkî Neghên Rê,bertî Lê Em Ramanê Wî Mîna Avê Vedixwin û Hebûn û Azadiya Xwe Misoger Dikin.

Pilatforma Jin ya Ekolojî a Kongra Star a Rojava ,di çarçoveya kampanyaya ku li 74 welatan di bin diruşmeya azadiya fîzîkî ji ocalan re çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re hatibû despêkirin û hînjî berdewam e,ku her roja çarşemê bi mebesta hevdîtineke lezgîn a bi Rêber Ocalan re were kirin daxuyanî ji raya giştîre pêşkêş dike . îroj çarşem 13ê-12-2023 li gulîstana Helepçeyê daxuyanî ji aliyê endama têkilî û tifaqê siyaseta demokratîk Rîhan Temmo ve hat xwendin ,di daxuyaniyê te wiha hat gotin:

Weke ku tê zanîn, di dirêjahiya dîrokê de, nêzîkatiyên desthilatdariyê, zanyarî ji bo serweriya mirovan li ser yên din bikar aniye. Vê rewşê her roj dinya ber bi felaketeke nû ve kişandiye. Dema ku pergala kapîtalîst a ku pêşengiya van ramanan dike, li cîhanê pêş dikeve, vê pêşketinê weke çavkaniya pêşketinê dibînin, wî zanîna zanistî kir qurbana qelsî û ez ezîtiya xwe. Ji ber vê yekê jî armanc dike ku agahiyên li derveyî çavkaniya xwe ya rasteqîne weke rêya tekane ya fetha xweza, jin û gelan nîşan bide. Lewma  hemû pêşengên civakî yên ku di nava civaka dîrokî de derketine pêşiyê, ketine nava lêgerîna heqîqetê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkere kirin ,ku yên dixwazin dîroka civakî û desthilatdariya zaliman a li ser zanîna di nava vê dîrokê de fêm bikin,da ku tecrîda li Îmralî bê çareser kirin û wiha domkir:

Di sedsala 21. de lêgerê vê heqîqetê mirovekî azad Rêber Ocalan’ne. Tişta ku di dîroka civakî de li ser xweza, jin û tevahî heqîqetê hatiye kirin, êdî hîn bêhtir li ser Rêber Ocalan jî tê kirin. Ji bo vê yên ku dixwazin dîroka civakî û desthilatdariya zaliman a li ser zanîna di nava vê dîrokê de fêm bikin, pêwîste pergala tecrîda Îmralî çareser bibe û bi wate bibe.  Ji ber ku rastiya Îmralî cihê ku dîroka mirovahiyê bi rastiyê re rû bi rû ye. Îro rûyê zaliman ên ku dixwazin vê rastiyê veşêrin hene ji aliyê hemû cîhanê ve tê xwendin. Nêzîkatiya gelek fîlozof û mirovan û her wiha 74 welatan li dijî tecrîdê ev yek îspat kiriye nîşan da ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Herwiha daxuyaniyê bal kişand li ser berxwedana bêhempa a Rêbertiyê û got ,berxwedana Rêber Ocalan ya li dijî tecrîda fizîkî, mirovahî bi meraqeke mezin li ser rêya têgihiştinê ye. Lewra rêwiyên ber bi heqîqetê ve roj bi roj zêde dibe û ji ber vê jî tecrîd pûç dibe. Çawa ku ramanek mîna enerjiyê herikbar her ku belav dibe winda nabe, fikra Rêber Ocalan ya ku dihat xwestin bi pergala zordestiyê were belavkirin, bêyî ku winda bibe bi lez belav bû. Di rastiyê de, her çendî îro mirovatî bi fizîkî nikaribe xwe nêzî Rêber Ocalan bike jî, hewcedarî û ramanên wî mîna avê divexwin. Ramanên ku tên vexwarin kom dibin û ber bi hebûneke azad ve diçin u her ferd xistiye nava hewldana ji pergala serdestiya ku wan dîl girtiye qut bibe. Her qutbûn bi Rêber Ocalan re bû sedema hembêzek nû. Her hembêz kirin ji tecrîta Îmralî di mejiyê wan de hilweşand. Ji ber vê yekê pergala zilmê ya bi navê dîwar an jî tecrîd êdî di navbera mirovahiyê û Rêber Ocalan de nîne, tenê pergaleke derewan ya ku pergala kapîtalîst ji xwe re ava kiriye heye.

Lewra  tecrîd tenê di mejî û dilê kesên ku rastiyê vedişêrin de dimîne. Mirovatiya bi Rêber Ocalan re jixwe ev yek bi ser ket û pê re hevdîtin kir. Tenê hevdîtina fizîkî maye ku wê bi berxwedana civakî ya gelan bi ser bikeve.

Daxuyaniyê eşkere kir ku , rakirina tecrîda li Îmraliyê erka hemû mirovahiya ye ku li azadiyê digere,Rêber Ocalan xwediyê heqîqetê ku reng, deng û wateya xwezayê, jin û mirovan e, mirovekî azad e. Her ku em di ramanên wî de kûr dibin  u nas dikin, em ber bi azadiyê ve diçin. Ji ber vê yekê, em mirov, wekî xwezaya duyemîn ku wekî berdewamiya xwezaya yekem pêş dikeve dibinin u wexta ku em civakî dibin, em ê bi xwezaya azad re rû bi rû bimînin û tecrîdê hilweşînin. Lewma rakirina tecrîda li Îmraliyê erka hemû mirovahiya ye ku li azadiyê digere. Ramana azad û heqîqet ancax di hevdîtina Îmralî de wateya xwe bibîne. Ji ber vê yekê jî desthilatdariya li dijî xweza, jin û mirovan, rakirina tundiyê bi têgihiştina ramanên azad ên Rêber Ocalan ve girêdayî ye. Pêkhatina vê hevdîtinê erka kesên hesreta xwezaya azad û her wiha daxwaza hevdîtinê ya her kesî ye. Li ser vê bingehê weke platforma jin ya Ekoloji  dema ku em tevlî pêngava “ji Rêber Ocalan re azadi, pirsgereke Kurd re careseri” dibin, em di her alî de wateye didin vê têkoşînê û em armanc dikin ku bi hemû aliyen ku hêzê didin hev, têkoşînê mezin bikin. 

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişand li ser erdheja dawiyê ku li gemlikê qewimîbû ku bandora xwe li ser Îmraliyê jî dike  Ji ber vê sedemê em daxwaza daxuyaniyeke lezgîn li ser erdheja Gemlîkê u bandora we li ser greva Imraliye ji kesen ku alaqadarin dikin. Dîsa 2 sal 8 meh 18 roje berê biryarek ji aliyê dadweriya Tirkiyeyê ve hat sepandin em dixwazin hevdîtinên her Çarşemê tên kirin, dîsa bên kirin û tecrîd bê rakirin. Betalkirina van hevdîtinan, Sîstema edaletê ya navneteweyî, bi taybetî pergala dadê ya Tirkiyeyê, nîşan da ku li hemberî berxwedana Rêber Ocalan  hilweşiyaye. Ji ber vê sedemê ji niha û pê ve jî, ji bo ku mafê hevdîtinê ji nû ve bê dayîn em ê mehekê her roja Çarşemê li vir bin. Li ser vê bingehê em bang li ekolojîsten li çar aliyê cîhanê u hemû mirovahiyê dikin ku her Çarşemê ji bo hilweşandina dîwarên Îmralî çalakiyan li dar bixin.  -Ji bo li eniya antî-kapîtalîst, antî-faşîst bicivin û bigihêjin ramana azad werin em dîwarên Îmralî hilweşînin. -Werin em ji bo reng, deng û wateyên cîhanek azad û xwezaya azad têkoşînê bilind bikin.Bıjî Rêber Ocalan

Back to top button