GotarNûçe

Pirsgirêkên Civakê yên Ekonomîk

Eger mirov bala xwe bidê, mirov ê bibîne li vir cudahiya ya kapîtalîst û ya ne kapîtalîst tê terîfkirin...

A. O
Dema ku pirsgirêkên ekonomîk têne gotin morî û gêrik têne hişê min. Heywaneke hûrik mîna moriyê jî pirsgirêkên wê yên ekonomîk çênabin (ma ne ji bo her hebûnê ekonomîk xwe xwedîkirin e), çawa dibe ku hebûneke mîna mirov pêşketî xwedî aqil û tecrûbe pirsgirêkên xwe yên ekonomîk, heta rewşên wî yên weke bêkariyê yên rûyê mirov sor bibin hene? Wexta mirov mejiyê xwe bixebitîne di xwazeyê de çi heye ku nikare bike kar? Ji sedî sed pirsgirêk ne eleqeya xwe bi hawîrdorê re heye, ne jî eleqeya xwe bi xebat û meşa xwezayî re heye. Mirov gurê wî yê zalim di hundirê wî de ye. Di serî de bêkarî her pirsgirêka ekonomîk bi sermayekirina civakê re têkildar e.
Bêguman analîza Marks a sermayeyê hêja ye. Hewl dide bêkariya der barê pêvajoya pêxîrtengiyê de jî eşkere bike. Cihê xemê ye ku nexweşiya pozîtîvîzmê ew jî pirr di rewşeke xirab de zevt kiriye. Nexweşiya zanistperestiyê ew asteng kiriye û nehiştiye analîzeke berfireh a civaka dîrokî bike. Ya ez dikim ew e, ez hewl didim terîf bikim ku sermaye ekonomî nîne, berevajî amûrekî bi bandor ê ekonomiyê ji ekonomîbûnê derdixe. Ji bo vê jî sedema min a pêşî ew e, di pêşketina civakê de kar û sermaye ti car hedef nînin, di civakê de cih nedîtine. Mirov dikare civaka dewlemend û xweşhal bifikire. Exlaq û polîtîka li vê vekirî ne. Lê li cihê ku civak di nava bêkarî û hewcedariyê de bigevize, biperpite, li dewrûberê behskirina sermaye û dewlemendiyê ji sûc û guneh jî wêdetir divê bi qirkirina civakê re pêwendîdar be. Şaristanî weke guloka pirsgirêkan tê terîfkirin, ji ber ku xwe dispêre yekdestdariya sermayeyê.
Rosa Luxemburg wexta ku pêkhatina sermayeyê bi şertê civaka ne kapîtalîst ve girê dida, gihiştiye keviyê heqîqeteke gelekî girîng. Eger ji keviyê hinekî din ber bi hundir ve bimeşiya, wê bidîta ku bi tenê bi hebûna civaka ne kapîtalîst ve girêdayî nîne, ew weke geneyê civakê dimije û diwerime û ji vê jî dilopeke xwînê jî bi karkeran dide vexwarin û bi vî awayî wan jî dike hevparê gunehê xwe. Ez bi awayekî gelekî zelal destnîşan dikim: ez hewldana karker jî înkar nakim; lê ez dibêjim pêkhatina sermayeyê pirr hindik dikare bi keda karker ve girê bide, heta mirov di çarçoveya felsefî-dîrokî-civakî de bifikire wê ev pirr hindik jî maneya xwe nemîne. Ji ber pirsgirêkên ekolojîk her diçe eşkere dibe ku îndustriyalîzm civak û hawîrdorê dişêlîne. Ma kîjan mirovê xwedî îzan û zanebûna xwe heyî dikare înkar bike ku di roja me ya îro de rêveberên saziyên kar û serkarên karkeran di nava civakê de dibin xwedî cihekî cihêwaz û li beramberî vê jî bêkarî jî weke artêş û guloka berfê mezin dibe? Tebeqeyên îndustriyê yên pêşketî, beşên bazirgan û fînansî yên yekdestdar ango yekdestdariyên sermayeyê bi projeyên ‘hevpariyên bi pirrhîss e’ têgîna karkeriyê têra xwe bêmane kirine. Gelekî girîng e ku mirov bibîne karker her diçe bi rola ew qayîşa yekdestdariya sermayeyê bi civakê ve girê dide radikin. Mirov çawa ku rola sosyalîzma pêkhatî weke kapîtalîzma dewletê, weke ‘karkerekî tawizkar’ dikare terîf bike, kapîtalîzma taybet a klasîk jî bi heman awayî karkerekî xwe yê tawizkar heye. Ev her tim di nava civakê de wer hebûn û heta îro hatin. Civaka mayî, ew civak e ku kapîtalîst nîne û hatiye hişê Rosayê.
Eger mirov bala xwe bidê, mirov ê bibîne li vir cudahiya ya kapîtalîst û ya ne kapîtalîst tê terîfkirin. Li cem Rosayê herdu jî şêweyên civakî ne. Lê ez li vir bi awayekî cuda nêzî mijarê dibim. Ez kapîtalîzmê weke şêweyekî civakê nabînim. Ez wê weke rêxistiniyeke şebeke ya gelekî berfireh dibînim. Ji civakê nirxê zêde vedidize, ekonomiyê dimiçiqîne û rê li bêkariyê vedike. Ji bo vê bi desthilatdarî û dewletê re dikele û marên hegemondariyê yên îdeolojîk bi kar tîne. Di dema dawî de beşê karkeran ê tawîzkar jî li vê rêxistiniyê zêde kirine. Ez wexta careke din naveroka tevna yekdestdariyê welê terîf dikim, armanca min ew e, ez pêşî li gelek şaş fêhmkirinan bigirim. Nexasim divê ez karektera xefik a têgîna ‘civaka kapîtalîst’ deşîfre bikim. Sefetekî welê diyarkirina yekdestdariya kapîtalîst lutûfkarî û qenciyeke zêde ye. Şebekeya sermayeyê dikare tevna xwe ya rêxistinî ava bike. Divê başa were zanîn ku mafya jî şebekeyeke sermayê ya baş e. Şebekeya sermayeyê weke mafya nayê bi navkirin, sedema bi tenê ya vê yekê jî ew e, ji ber hêza hegemonîk a şebekeya sermayeyê di nava civakê de ye, û ji ber têkiliyên wê yên bi desthilatdariyê ye. Naxwe wê weke şebekeyeke bi qasî mafya rêzik û pîvanên xwe yên etîkî nînin bimana.
Ez divê vê xusûsê jî lê zêde bikim ku ez îndustrîvan, bazirgan û cotkarê asta navîn kapîtalîst nahesibînim. Ev bi giranî ji bo ekonomiya rastî pêdivî bi wan hene. Sermaye ji gelek aliyan ve wan tengav dike û wan dixe nava pencê xwe. Em ên behsa wan dikin beşên civakê ne ku hewl didin hilberînin. Herweha ez ên karûbarên metaya piçûk li bazarê dikin û van metayan li cihê xwe yê kar pêk tînin jî kapîtalîst nahesibînim. Hemin xwediyên pîşeyên cûrbicûr kapîtalîst nayên hesibandin. Ji bilî beşê tawîzkar bi tevahî karker, gundî, xwendekar, karmend, zenaetkar, zarok û jin hestiyê piştî yê civakê ne. Ez vê terîfê weke civaka ne kapîtalîst hewl didim pêşde bibim. Ango ez weke gelek Marksîst yeqîn dikin, ez wexta civaka ne kapîtalîst dibêjim, mebesta min ew civaka bi têgînên weke feodal, tîpa Asya, nîv-feodal tê terîfkirin nîne. Ez îqna bûme ku têgînên behsa wantêne kirin rastiyên hînî mirov nakin, ji vê zêdetir ser rastiyê digirin dinixumînin. Jixwe ez vê analîzê ji bo şebekeyên sermayeyê yên piştî sedsala 16. li Ewrûpayê navendîbûn bi tenê nakim, şebekeyên sermayeyê hemûyan ên tevahiya dîrokê nirxê zêde desteserkirin (yekdestdariyên bazirganî-siyaset-eskertî-îdeolojîk, cotkarî, îndustrî) di vê çarçoveyê de digirim dest û li ser radiwestim. Sermayeya fînansa global a roja me ya îro bi awayekî balkêş vê analîza me piştrast dike. Ji bo mirov vê bibîne jî hewcedarî hûrûkûr bi lêkolîn û analîzê nîne.
Gelekî girîng e ku mirov karekterê antî-sermaye yê xwezaya civakî bibîne. Civak di meşa xwe ya hezarê salan de haya xwe ji bandora dejenerekar a daneheva sermayeyê hebû. Mînak, yek ji rêbaza bi bandor a daneheva sermayeyê faîzxwerî ye. Bala xwe bidinê dînê ev mehkûm nekiribe hema hema tine ye.
Eger mirov bêkariya di roja me ya îro de mîna guloka berfê mezin dibe weke hewldana sermayeyê ya ji bo peydakirina karkerê erzan an jî afirandina karkerê hêsan bibîne, wê ev bibe dîtineke gelekî kêm. Tevî ku aliyekî rastiyê ev e, sedema bingehîn ev nîne. Sedema bingehîn ew e, sermaye dixwaze civakê bi xebatên wê bi pey karê bibizîne girê bide. Xebatên ji bo kar-sermayeyê ji sedî sed bi pêdiviyên bingehîn ên civakê re li hev nakin. Eger hilberîna ji bo têrkirina civakê karê neyne, civak ji feqîrî û birçîna bişkê jî –jixwe di roja me ya îro de bi mîlyonan mirov di vê rewşê de ne –xema sermayeyê nîne. Mînak ji sermayeya di dest de hinek jê razînin cotkariyê, ti carî pirsgirêka birçîbûnê çênabe û namîne. Lê ya em dibînin berevajiyê vê ye, sermaye misêwa qada cotkariyê vala û xira dike. Sedema vê jî ew e, di cotkariyê de yan rêjeya karê gelekî kêm e, yan jî hîç tineye. Wexta ku ji pereyan bi tomaran pere bêne bi destxistin, ti sermayedar cotkariyê nafikire. Di karekterê sermayeyê de ti carî cih ji fikrên bi vî rengî re nîne. Dewletê weke yekdestdarî berê gelekî alîkariya cotkariyê dikir. Lê berdêla vê alîkariya xwe jî weke berhem an jî pere-bac werdigirt. Piyaseyên niha yên sermayeyê xebatên dewletê yên bi vî rengî jî bêmanekirin. Di rewşeke berevajî de ew dewlet neçarin bi îflasê re rûbirû bibin.
Hingê em dikarin bibêjin, sermaye bi polîtîkayên rojane û demî ranabe û ji lewra pirraniya civakê bêkar û xizan nahêle, ev ji karektera avabûna wê welê ye. Gelekî erzan bixwaze bê xebitandin jî bêkariya di nava civakê de çareser nabe û ji bo fêhmkirina vê rastiyê hewcedarî bi lêkolînê nîne bi çavdêriyeke ji rêzê jî tê dîtin. Ez careke din dibêjim, divê mirov baş bizanibe, heta polîtîkayên karê yên li ser desteserkirina nirxê zêde hatine avakirin û sîstemê wê ji holê neyên rakirin, civak ji bêkarî û feqîriyê rizgar nabe.
Eger na, mînak wê wextê çima li deşta Mezopotamyayê ya panzdeh hezar salan ji civaka neolîtîkê re dayiktî kir û tevahiya dîrokê gelek civak têr kirin, bayê bêkartî, birçîtî û xizantiyê radibe? Eger pêngaveke bi armanca karê nebe were plankirin, li gorî pîvanên roja me ya îro wê ev deşt bi hêsanî bîstûpênc mîlyon mirovî xwedî bike û heta wê gelek jî ji ber bimîne. Ji bo vê jî hewcedariya van deşt û mirovan bi destê sermayê yê naxebitîne ne, berevajî divê ev destê (ev dest çi taybet an jî yê dewletê be ferq nake) rê li feqîrî, bêkarî û xizaniyê vedike xwe ji pêxîra wan bike. Bi tenê ya pêdivî pê heye, destê kedkarê rastî û ax bigihîjin hevdu; divê şoreşa zêhnî ya firsendê bide vê were pêkanîn; polîtîka û exlaq dîsa weke organ û çaviyên bingehîn ên civakî bêne fonksiyonelkirin; ji ber van sedeman divê siyaseta demokratîk bi çar ling û çavan bi mejiyên rastî bazde wezîfeya xwe.
Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)

Back to top button