DaxuyanîNûçe

Kongra Star peyama pîrozkirina cejna qurbanê da

Kongra Star bi boneya Cejna Qurbanê peyamek da û diyar kir “Bi hêviya ku ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêbertî û hemû jinan û pêkanîna çareseriyê ji krîza Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn re.”

Meclisa Kongra Star di peyama xwe ya nivîskî de wiha got:

“Cejna Qurbanê di vê meha Hezîranê de ku meha şehîdan e, em di serîde li giyanê şehîdan, malbatên şehîdan, li Rêber Apo, li tevahî gelê me, li alema îslamê, li hemû jinan û azadîxwazan pîroz dikin. Di pêvajoyekê de ku her kes hêviya aştî û aramiyê dike, dagirkeriya dewleta Tirk di van cejnên pîroz de bi hovîtiya xwe komkujî û bombebaranan li ser gelê sivîl li herêmê me dike û nirxên exlaqî yên civakê binpê dike. Lê berxwedana gel li hember van êriş û siyasetên qirker tu carî dê omîd û hêviyên xwe ji çareserî û azadiyê qut neke.

Bi hêviya ku ev cejn bibe wesîleya pêkanîna aştî û îstîqrarê li tevahî herêmê ji bo hemû pêkhateyan û azadiya Rêbertî û hemû jinan û pêkanîna çareseriyê ji krîza Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn re.”

Back to top button