DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Zîlan bûye navenda xeta bîrdozî, şoreşa jin û azadiyê

Kongra Star destnîşan kir ku ew ê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bibin şopdarên xeta Zeyneb Kinaci (Zîlan).

Meclisa Kongra Star bi minasebeta salvegera 27`an a şehadeta pêşenga xeta azadiya jin Zeyneb Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şehîd Zîlan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bûye qêrîna jinên ku ji bo jiyan û welatê xwe têkoşiyane; her wiha dîrok nivîsandiye, bûye navenda xeta bîrdozî, şoreşa jin û azadiyê.

Hat diyarkirin ku şehîd Zîlan felsefeya Rêber Apo raxistiye ber çavan, lewma îro bi hezaran keç û xort wê ji xwe wekî meşaleya azadiyê dibînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kongra Star jî li ser vê şopê dimeşe û hat gotin: “Em weke Kongra Star li beramberî xeta Zîlan şêwazê têkoşîn û çalakiya xwe di ber çavan re derbas dikin. Em soz didin ku em ê bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî bibin şopdarên xeta Zîlan.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27