ArşîvNûçe

​​​​​​​Foruma piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê tê lidarxistin

Ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, li Reqayê Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê tê lidarxistin.

Foruma bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” li hola Zanîngeha Şerq a li Reqayê tê lidarxistin

Nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Kongra Star, Yekitiya Jinên Êzidî, Jineolojî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên jinan ên partiyên siyasî, Meclisa Jinên Sûriyeyê û rêxistinên civakasivîl beşdarî forumê dibin.

Piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya Nesrîn El Hesen axaftina destpêkê kir. Nesrîn got: “Me li welatê xwe dirûşm nedîtin, me pratîk dît. Me dît çawa jinên ku bi salan di nava bend û qeydan de manbûn, ew qeyd şikandin û li hember rêxistina terorîst DAIŞ`ê şer kir.”

Li gorî bernameya forumê, dê 4 rojevên sereke bên nîqaşkirin. Rojevên forumê bi van sernavan in; “Qirkirina jinan li ser asta cîhanê” ji aliyê aktîvîsta mafên mirovan Lîna Bawer ve tê birêvebirin, “Qirkirina jinan li Rojhilata Navîn-Efganistan wekî nimûne” endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Orîvan Ebdo bi rê ve dibe, “Qirkirin û berxwedana jinên êzidî” endama Meclisa Jinên Êzidî Bêrîvan Berzan Silo bi rê ve dibe, “Çareserî” berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi rê ve dibe.

Di forumê de dê dane jî werin parvekirin. Her wiha dê straneke cîhanî ya li ser qirkirina jinan, dîmenek li ser jinên Efganistanê bên pêşandan, dê li şahidan bê guhdarîkirin û piştre beşdar nîqaşan bikin.

Ev forum di çarçoveya çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo piştgirîdayîna kampanyaya KJK`ê de, tê lidarxistin. Kampanyaya KJK`ê ji 1`ê Tebaxê heta 15`ê Tebaxê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê dewam dike.

JINHAGENCY

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27