ArşîvNûçe

Di Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê de qirkirin û şoreşa jinan hatin vegotin

Di Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê de komkujiyên li dijî jinan, her wiha bandora şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li jinên Efganistanê û Îranê hatin vegotin.

Foruma Piştgiriya Jinên Şengal û Efganistanê ya bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” li

hola Zanîngeha Şerq a li Reqayê dewam dik

Mijara yekemîn forumê  ya bi sernavê “Li ser asta cîhanê qirkirina jinan” ji aliyê çalakvana mafên mirovan û ya jinan Lîna Baro ve hat şîrovekirin. Lîna Baro bal kişand ser komkujiyên ku li ser asta cîhanê li dijî jinan hatine kirin û got, di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîbûn, sûcên herî mezin li dijî jinan hatin kirin û jin li sûkan hatin firotin.

Piştre sinevîzyoneke der barê daneyên qetilkirina jinan li cîhanê de hat pêşandan.

Mijara duyemîn a forumê bi sernavê “Li Rojhilata Navîn qirkirina jinan-Efganistan nimune” hat birêxistinkirin. Ev mijar ji aliyê endama Lêkolînên Jineolojiya Orîvan Ebdo ve hat şîrovekirin.

Orîvan bal kişand ser sûc ku Talîban li dijî jinên Efganistanê pê tînin, zextên dewleta Îranê yên li ser jinan û serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan a piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’yan de.

Orîvan Ebdo anî ziman ku rewşa jinên li Tirkiyeyê ji rewşa jinên li herêmên din ên Rojhilata Navîn cûda nine. Orîvan bi bîr xist ku piştî hikumeta Erdogan ji Peymana Stenbolê ya têkoşîna li dijî jin û malbatan vekişiya, sûcên li dijî jinan zêdetir bûne.

Piştre sinevîzyonek li ser berxwedana jinên Efganistanê hat pêşandan. Ji Îranê hejmarek kesayetên jin bi rêya bernameya zoomê beşdarî forumê bûn û nêrînin xwe anîn ziman. Jinan anî ziman ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” deng vedaye. Her wiha gotin, hikumetên Îran û Efganistanê du rûyên yek diravî ne û her du jî sûcên hovane li dijî jinan dikin.

Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Gulê Xezalê jî nêrîna xwe anî ziman û got, şoreşa jinan şoreşa yekemîn a li dijî feraseta baviksalar e ku serweriya xwe li ser jinan ferz kiriye.

Forum bi nîqaşên mijarên sêyemîn û çaremîn dewam dike.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27