
Her wiha di nava vê perwerdeyê de endama meclisê Hêvî Husên û li gel wê jî 35 endam jin hebûn û di her roja dayîna dersan de bi gelek agahiyên dewlemend dihat nîqaşkirin.
Beriya 3 mehan ji aliyê endama rêvebira Komîteya Perwerdeyê a akademiya Şehîd hêzil ve ,perwerde ji bo endam û meclisên mala jin a êzîdiyan a Şehîd Rûken Zerdeşt û Mala Jinê ya Eşrefiyê re perwerde û xwendina pirtûka feylesof û Rêber Abdullah Ocalan li ser jin û malbatê hate dayîn.
Heya niha jî xwendina pirtûkê ji aliyê komîteya perwerdeyê ve bi amadebûna koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo û rêvebera Akademiya Şehîd Xezal Rizgar bi dawî bû. Di nava pirtûkê de li ser Jin û Malbat radiwestiya , mebest ji vê yekê ew bû ku di nava malbatê de jin were zana kirin û hêz û vîna wê were mezin kirin, ji ber ku malbat saziya herî girîng e di nava civakê de herwiha ger jin azad nebe, civak jî azad nabe.
Bi dirûşmeyên azadiya jinê û azadiya Rêbertî dewreya perwerdeya pirtûka Rêbertî bi dawî bû..





