
Bi pêşengtiya kongra star bi durşmeya ” bi Rihê fedayetî şehîdên Hezîranê emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. jinan meşek lidarxist herwiha di destê çalakvanan wêneyê şehîd Zîlan û Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan alên Kongra Star bilind kirin.
Her wiha meş ji çarxerêya Osman Sebrî haynî çarxerêya Basil a bajêr rawestiya berî ku dest bi bernameya meşê bikin bi deqeyekê rêzgrtinê li ser giyanê şehîdan sekinîn. Bajarê ku tevlî çalakiyê bûnê Til hemîs, Tirbespiyê, Amûdê .
Her wiha bi vê boneyê Rêvebera kantona Qamişlo Şaha Xelîl di derbarê vê çalakiyê û wateya fedayetiyê di tevgera azadiyê de wiha anî ziman û got’beriya hertiştî em Rêber Apo ku îro fedayetiya herî mezin dike silav dikin herwiha gerîlayên ku îro bi rihê fedayetî di çeperên şer de ji bo jiyaneke bi wate xeta zîlanê dişopînin silav kir,û wiha pêde çû, ev 28 salin çalakiya Ş. Zîlan ji warê berxwedan û tekoşînan ji warê serhildanan ji bajarê dêrsimê rêheval Zîlan ji bo ku xeta berxwedaniya azadiya jin biparêze ji bo ku xewdî li fikir û felsefeya Rêbertî derkeve daku bibe parazvana xeta şehîdan li beramberî dewleta Tirk di sala 1996 an de bi çalakiya xweyî mezin bû bersiv.
Şaha Xelîl eşkere kir ku li beramberî artêşa dewleta Tirk li bajarê dêrsimê çalakiyek bi wate pêkanî û bû fermandara û manîfestoya jiyana azad .
Şaha wiha dawî li axaftina xwe anî ku ew ji bo me fermandarin emê şervan û şopdarê rêya Rîhan û Yusreyan,Bêrîtan û Arîn mîrkan,Avêsta xabûr û tevahya fedayî û şehîdên twvgara azadiyê bin .di dawiyê de çalakî bi diruşmeya şehîd namirin jin jiyan azadî bêSerok jiyan nabe bi dawî bû.





