ÇalakîNûçeSlide

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo ji holê rakirina neheqî û mêtingeriyê hat destpêkirin.”

Gotinên beşdarên pîrozbahiya 19ê Tîrmehê li bajarê Hesekê tekez kirin ku şoreşa 19ê Tîrmehê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinavbirina bêedaletî û stemkariyê û li gorî ramana biratiya gelan hatiye destpêkirin.

Bi armanca pîrozkirina 12’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an, bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê, Hol, Dirbêsiyê û Til Temirê herikîn Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê.

Tevî nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan.

Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li parêzgeha Cezîrê Hikmet Hebîb axaftinek kir û wiha got: “Şoreşa li bakur û rojhilat. Sûriyê ji bo jinavbirina zulm û bêedaletiyê hat destpêkirin, piştre ji bo hemû gelê Sûriyê şoreşeke civakî ya demokratîk pêk anî û li gorî feraseta neteweya demokratîk û biratiya gelan kar dike.”

û wiha domand, “Li ser esasê feraseta biratiya gelan, kur û keçên herêmê li dora Şoreşa 19’ê Tîrmehê kom bûn û pêvajoya avakirin û rizgarkirinê dest pê kir, li gel pêvajoya avakirina gelan , û Yekîneyên Parastina Jin dibin navenda Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”

Ji aliyê xwe ve Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Elî serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê û serkeftinên ku bi saya şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine pîroz kir. , û tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avabû û dibe bingeha avakirina yekîtiya gelên herêmê.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El-Elî soza şopandina rêya şehîdan heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ya ku şehîdan ji bo wê canê xwe feda kirine da.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed jî şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wiha got: “Piştî 12 salên têkoşîn, berxwedan û rûbirûbûna dijwariyan em hê jî di parastina gavên destpêkê yên ku ji bo wekhevî û azadiya xwe avêtine didomînin.”

Ramziya di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berxwedana bi ruhê biratiya gelan hatiye nîşandan, her çi qas dijmin destdirêjiyê li ser xak û felsefeya me bike jî emê têk neçin û  heta serkeftinê bi hemû polîtîkayan bi îrade û biryar li ber xwe bidin. û berpirsyariya me ya mezin ewe  parastina destkeftiyên şoreşa me ye.”

Paşê bernameya hunerî ya pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê dest pê kir û bi govend û şano hatin pêşandan.

Pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê bi pêşkêş kirina stranên gelêrî yên Kurdî û Erebî li derdorên govend gerandinê  bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button