Arşîv

Jina Lubinanî berxwedana xwe bi gelê Efrînê re li kampan didomîne

ŞEHBA – Jina bi navê Maye Raef El-Zên ya ji Lubnanê ye û bi gelê Efrînê re li kampa Berxwedanê ya Şehbayê berxwedana xwe didomîne axivî û got: “Di navbera me û Gelê Kurd de tu ferq û cudahî nîne , em ê berxwedana xwe ya ji bo vegera li Efrînê bidomînin.”

Jina lubnanî Maya Raef El-Zên a 39 salî ku hevjînê wê ji herêma Efrînê ye, piştî 8 salan ji dûrketina hevjîna xwe ji bo malbeta xwe hat Efrînê. piştî hatina wan li Efîrnê bi mehekê dewleta tirk dest bi êrîşên li ser Efrînê kir ji ber vê yekê Maya û malbeta xwe neçar man bi gel re koçberî Şehbayê bibin û berxwedaniya xwe domandin.

‘Berxwedana me ya ji bo vegera Efrîn wê bidome’

Maya nêrînên xwe derbarê berxwedana gelê Efrînê de bi me re parve kir û wiha got: “Ferq û cûdahî di nav gelê Ereb û kurd de tune ye, tenê zimanê me cûda ye, em bi yek rihî û bi yek dirûşmî berxwedana xwe bi hev re li Şehbayê didomînin. Heta ku em vegerin Efrînê jî em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”

‘Zor û zehmetî nabin asteng li hember berxwedanê’

Di berdewamiya axaftina xwe de Maya balkişand ser zarokên Efrînê û got: “Li gel zor û zehmetiyên ku zarokên Efrînê li kampan dibînin jî dîsa berxwedan û fêrkirbûna xwe ya zimanê dayîkê didiomînin. Her wiha nexweşî di kampan de belav bûne lê dîsa gel berxwe didomîne.”

‘Li ser xeta netewa demokratîk em têdikoşin’

Maya diyar kir ku weke jinek Lubnanî li dijî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dom kir: “Ji ber ku tenê Rêber Abdulla Ocelan ji bo azadiya jinan tekoşîn kir, weke jinek Ereb ez bi rûhê Netewa Demokratîk berxwedana xwe li Kampan didomînim. Min dîkanek bi navê Berxwedan li kampê vekirye ji bo debara xwe bikim û ezê berxwedana xwe bi gelê azadîxwaz re heta dawiyê bidomînim.”

Back to top button