
Li Helebê konferanseke taybet bi boneya salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî bi dirûşma “Felsefeya jiyana azad a Rêber Apo çareseriya tevahî aloziyên Rojhilata Navîn e” dest pê kir.
Kongra Star û Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir û hîna berdewam e, konferanseke taybet organîze kir.
Konferans li Hola Star Light a taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. 400 rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, çalakvan û alîgirên tevgera rizgariya Kurdistanê û malbatên şehîdan, tev lê bûne.
Li gorî bernameya ku komîteya amadekar parve kiriye, mijara yekane ya konferansê bi sernavê “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û encam” dê ji aliyê berdevka şaxê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Amne Xidir ve were birêvebirin.
Piştî deqeya rêzgirtin, endama Însiyatîfa Jinan a Helebê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Medya Miqtat axivî. Medya pêvajoyên Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan vegot û diyar kir ku Rêbertî ji bo parastina gelê Kurd ji planên qirkirinê yên dewletên kapîtalîst derketina ji Sûriyeyê ber bi Ewropayê ve tercîh kir.
Medya bal kişand ser girêdana gel a bi Rêber Abdullah Ocalan ve û got, “li çiyayên azad ên Kurdistanê, li gelemperiya Kurdistanê û li tevahiya cîhanê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe.”
Medya armancên komploya navneteweyî jî wiha şîrove kir “Xwestin projeya neteweya demokratîk ji holê rakin. Lê bi saya ramênên Rêbertî û xwedîderketina gelan a li Rêbertî planên dewletên faşîst ên jiholê rakirina nasnameya Kurd pûç bûn.”
Piştre berdevka Helebê ya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Amine Xidro mijara bi sernavê “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan: Sedem û bandorên wê” şîrove kir.
Amine siyasetên înkarê ku partiya Baasê li ser Kurdan û tevgera rizgariya dimeşandin, her wiha pêvajoya beriya komployê û derketina Rêbertî ji Sûriyeyê vegot. Li gorî Amine, gelên herêmê derketina Rêbertî ya ji Sûriyeyê wekî destpêka şoreşeke nû ya mezintir di xeta têkoşînê de dibînin.
Emine her wiha pêvajoya destpêkirina komployê ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêber Abdullah OCalan ji Sûriyeyê, Serhildana 12’ê Adara 2004’an a li Qamişlo, pêvajoya buhara gelan a li Rojhilata Navîn, rola PKK’ê, avakirina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna ramanên Rêbertî li cîhanê nirxandin.
Piştre belgefîlmek li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên der barê komployê de hat temaşekirin.
Piştre nûner û koordînatorê HDPʹê li Ewropa ya li Fransa rûniştiye Nasir Yagazî axivî û got: “Rêbertî li şûna şer li çiyayên Kurdistanê zêde bibin, xwest berê xwe bide Ewropa ku doza Kurdî bi rêbazên aştiyane çareser bike. Lê dewletên kapîtalîst ew neçar kir ku berê xwe bide Nairobi û li wir hat revandin.”
Rojnamevana Misrî û lêkolînera taybet bi kar û barên jinan Fatin Subhî yê ji Misirê got tiştê Rêber Abdullah Ocalan cuda dike ew e ku di gelek aliyên civakî de têkoşîn kir, li kêlek wê jî nêrîneke wî ya pêşerojê ya kûr heye.
Dûre beşdaran nîqaş kir. Endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Rinde Ehmed axivî û got gelek dewletan bi rêya komployê rastiya xwe aşker akirin û ew bi revandina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî neb, lê belê sîstema îşkence û qirkirinê ferz kirin.
Rêvebera Nivîsgeha Perwerdê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo axivî û got: “Ger fikra Rêbertî li Rojhilata Navîn hat pêkanîn dê tevahî pirsgirêk bi rêya felsefeya neteweya demokratîk werin çareserkirin.”
Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Encamname ji hêla berdevka Însiaytîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Fehîme Hemo bi zimanê Erebî û ji hêla berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Menan Cafer bi zimanê Kurdî hat xwendin.
Encamname wiha ye:
1–Tekezî û pêkoliya li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
2–Bilindkirina tempoya têkoşînê bi hemû rêbazên demokratîk.
3–Lidarxistina zincîrên çalakî, livbaziyên gelêrî, vekirina konên mangirtinê, sîmpoziyomên diyalogê, xwepêşandan, çalakiyên xwendina pirtûk û parêznameyên Rêber û vekirina dıyalogê der barê wan de, perwerdeyên der barê têgihiştina felsefeya sîsyolojiya azadiyê de.
4–Ravekirina rastiya komployê û binpêkirinên ne yasayî yên ku ji hêla desthilatdariyên peyhatî yên Turkiyê ve hatine sepandin û hevkariya komîteya li dijî îşkencê ya Ewropî CPT bi Tirkiyê re, da ku erkên xwe pêk bîne.
5–Teşwîqa ji bo kampaniya navneteweyî ya ku di bin durûşmeya Azadî bo Ocelan- Çareseriya siyasî bo doza kurdî, da ku li nava gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bêye nasîn.
6–Xurtkirina karê li ser malperên civakî û ronîkirina felsefeya Abdulah Ocelan.
7-Lidarxistina sîmpoziyoman li ser bernameya Zoom û yên din.
konferans bi diruşmeya Bê serok jiyan nabe *jin jiyan azadî bi dawî bû





