
Bi nêzîkbûna salvegera 32’emîn a şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) re, Kongra Star civînek li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê li dar xist. Tê de endamên saziyên sivîl û tevgerên jinan beşdar bûn.
Di serî de rêvebera Kongra Star Viyan Efrîn li ser rola şehîd Bêrîtan li dijî xiyanetê axivî û got: “Şehîd Bêrîtan ji hemû şervanên ku ketine pey şopa wê re bû jêdera îlham û îradeyê.”
Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşandan.
Civîn bi siloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî hû.
Çawa û kengî têkoşer Bêrîtan şehîd bû?
Di 23’yê Cotmeha 1992’yan de şerê di navbera gerîlayan û hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ku bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bibûn hevkar, giran bû.
Piştî ku hevrêyên wê şehîd bûn û têkoşer Bêrîtan di 25’ê heman mehê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hat dorpêçkirin, wê ji xayînan re wêrekiya jina azad nîşan da, wê li ber xwe da û di wê rojê de destaneke nû ya têkoşîna jinan nivîsand.
Bêrîtanê heta fîşeka dawîn şer kir, piştî ku gule pê re neman, wê çekê xwe xerab kir. Hingê çekdarên PDK’ê jê xwest xwe radest bike û gotin ku ew ê tu zirarê negihînin wê.
Lê belê Bêrîtanê wiha bersiva wan da: “Hûn ji dijmin re bûn hevkar, hûn xayîn in, hûn ê xwe radestî me bikin.”
Bi cesareteke mezin Bêrîtanê xwe ji quntara çiyayê Xakurkê avêt û bang kir “Na ji xiyanetê re”. Wê xwest ber bi jiyana azad ve here, nexwest bikeve bin hukma mirinê.




