
ji doh danê şevê de herêmên bakur û rojhilatê suriyê bi êrîş û bombebarana balefirên dewleta dir ru biru ye,bi vê boneyê li ji bo şermezarkirina van êrîşan çalakî û meşên girseyî li darxistin
Heta niha zêdetirî 42 cihên xizmetguzarî, tendirustî, stasyonên kehrebeyê, gaz û petrolê, bendekontrol, firin, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hwd bombebaran kiriye ku di encama wê de jin û zarok jî di nav de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.Li ser vî esasî gelê Kobanê daketin Qadan.
Meş li qada Jina Azad ya li navenda bajarê Kobanê kombûn û bi hêrs berzkirina siloganên “Berxwedan jiyan e”, “Na ji dagirkeriyê re” û “bê serok jiyan nabe” ber bi qada şehîd Egîd ve çû û li wir çalakvan rawestiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtin hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bozan Xelîl axivî û peyam da. Bozan Xelîl da diyarkirina ku êrişên dewleta tirk bi armanca tesfiyakirina şoreş û destkeftiyên wê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye û teqez kir ku ewê ax û destkeftiyên xwe biparêzin.
Meş bi silavkirina berxwedana li dijî êrişên dewleta tirk bi dawî bû.




